Çeteyên Tirkiyê li Ezazê komkujiyek li dijî malbatekî pêk anîn

Li gundewarên Ezazê ku ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin komeke ne nas girtin ser mala welateiyekî sivîl û komkujiyeke li ser malbatê pêk anîn.

Çeteyên Tirkiyê li Ezazê komkujiyek li dijî malbatekî pêk anîn
22 kanûn, 2018   21:55

ŞEHBA

Li gundê Behrûtê yê girêdayê bajarê Ezazê komeke ne nas girtin ser mala welatiyê bi navê Ebû Ezo û Ebû Ezo tevî hevjîn û kurê wî kuştin.

Tê texmînkirin ku kesên komkujî pêk anîne çeteyên "Tûgeya Mihemed El-Fatih" ya girêdayî artêşa Tirk e.

Beriya niha koma behsa mijarê bîra Ebû Ezo bi darê zorê desteser kiribûn, li ser vê yekê Ebû Ezo li hemberî wan gilî dike. Çeteyan gelek caran Ebû Ezo tehdîd kirin ku eger daxwaza bîrê careke din bike.

ANHA