ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23.12.2018
23 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîdên YPG‘ê li goristana Şehîd Dicle oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven greve birçîbûnê dest pê dike, konê çalakiyê li nêzî dibistana Hunerî ya taxa Mişêrfê tê vegirtin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya mertala zindî ya şêniyên herêma Serêkaniyê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna şêniyên navçeya Til Temirê di roja 5‘emîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi buroyên rêveberiyên herêmî û şaredariyan ên komîte, rêveberiyên xweser û meclisên sivîl re dicivîne, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Çil Axa ya kantona Qamişlo li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek tê lidarxistin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li kantona Efrînê ya ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê vê hatiye dagirkirin piştî teqîna ku navenda çeteyên Cebha El-Şamiya kir hedef revandina sivîlan zêde bûye. Di heman demê de tê gotin ku fermandarên çeteyan jî direvin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Temirê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kirin ku ew xwediyên projeya demokratîk in, ji bo pêkanîna vê projeyê ew ê tê bikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Piştî ku Rûsya, Îran û Tirkiyê di avakirina komîteya destûra Sûriyê de bin ketin Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyê da, biryara Trump hemû lîstikvanên siyasî yên li Sûriyê tev li hev kirin. Li aliyekî din Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî biryara bicihkirina çavdrên navneteweyî li bajarê El-Hudyde yê Yemenê da, da ku çavdêriya li ser vekişandina hêzên çekdarî ji bajar bike. Bi vê yekê, peymana Stockholm a navbera Yemenê û Hûsiyan, bi çavdêriya navneteweyî dikeve meriyetê û destpêkirina çareserkirina siyasî li Yemenê. (BI WÊNE).

-Mişleb Derwîş destnîşan kir ku Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan hewl dide yekitiya Sûriyê têk bibe û teqez kir ku ew ê li kêleka şervanên QSD‘ê parastina herêmê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Piştî avabûna meclis û komîteyên lihevanînê yên teybet jbo jinê, jinên gundewarê Reqayê cihê xwe ji nû ve vegerand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şadya Hec Elîko du caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye. Şadya dibêje, gotinên Ocalan ên wê demê îro li ser erdê pêk têne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê di warê siyasî de, girtina biryar û xwerêxistinkirinê rolek pêşeng dilîze. Rêjeya jin di xebatên siyasî de ji sedî 50î ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA