Bagera Cizîrê: 20 çete hatin kuştin

Şervanên QSD‘ê êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser nuqteyên hêzên wan li nêzî bajaroka Ebû Hesekê şkandin û 20 çete hatin kuştin.

Bagera Cizîrê: 20 çete hatin kuştin
22 kanûn, 2018   18:59

DÊRAZOR

Pêngava Bagera Cizîrê bi pêşdeçûnên şervanên QSD‘ê didome.

Jêderekî leşkerî ji ajansa me ANHA‘yê re diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê vê êvarê bi çekên giran êrîşek dijwar birin ser nuqteyên şervanên QSD‘ê yên li nêzî bajaroka Ebû Hesen ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê.

Heman jêderî diyar kir ku şervanan êrîş şikandin û çete neçar kirin ku paşde vekişin û destnîşan kir ku di nava serçeteyeke 20 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD‘ê piştî êrîşê xebatên paqijkirinê dane destpêkirin.