Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê bi merasîmekê li Dêrazorê hatin veşartin

Bi sedan şêniyên gundewarên Dêrazorê cenazeyê 6 şervanên QSD‘ê bi merasîmekê spartin axê. Di merasîmê de şehadeta 13 şervanên "Şerê Tinekirina Terorê" hatin eşkerekirin.

Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê bi merasîmekê li Dêrazorê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê bi merasîmekê li Dêrazorê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê bi merasîmekê li Dêrazorê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê bi merasîmekê li Dêrazorê hatin veşartin
22 kanûn, 2018   18:42

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên bajarokê Bisêra, Şihêl, tevî endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, şervanên QSD‘ê ji bo oxikirina cenazeyê şervanên QSD‘ê Ebdulrehman Hemada (Xetab), Hisên El-Cerad ( Yaqûb), Ebdulhadî El-Xelef (Ridwan), Ismaîl Salim El-Rezûq (Mêmatî), Elî Mixlif El-Himêdî (Mihemed), Hemîd El-Hisên (Feysel) ku 19‘ê Kanûnê di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn li deriyê ketina bajaroka Bisêra kom bûn.

Girseya gel piştî ku cenaze wergirtin bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyan şehîdan hatibûn xemilandin ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîmeke bi deqeyeke rêzgirtin û turana leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir.

Di merasîmê de, Meclisa Malbatên Şehîdan şehadeta 13 şervanên QSD‘ê ku di Pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd dibûn ragihand. Nasnameya şehîdan wiha ye: Mihemed El-Egîdî (Honda Hecîn), Ebûd Ellewha (Ciwan Hecîn), Beşar El-Xilêf (Elî), Hisên Osman (Wîsam), Hisên El-Ehmed (Zagros Kişkiyê), Mihemed El-Mihemed (Waîl), Şamî El-Şamî (Hemze), Ebdulqadir El-Hemada (Hemze), Salih El-Ebdullah (Soro Baxoz), Seed El-Zayîd (Lorans), Samir El-Ehmed (Ûbeyda Teyana), Ebdulreheman El-Hemada (Zekî) û Îbrahîm El-Mixlif (Xelîl).

Meclisa Malbatên Şehîdan weqîseyên  şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Girse cenazeyên 6 şehîdan di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA