Li Idlibê zarokek qetilkirin û du kes jî birîndar bûn

Li Idlibê zarokek ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ve hate qetilkirin.

Li Idlibê zarokek qetilkirin û du kes jî birîndar bûn
22 kanûn, 2018   19:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Bûyer li ser benda kontrolê ya herêma Babîto ya gundewarê bakurê Idlibê pêk hat. Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi hinceta ku belgeyên trafîkê li gel ajokarê wesayîtê nine gule li wesyîtê reşandin piştî ku derbas bû. Di encamê de zarokekî 10 salî ku li wesayîtê bû hate kuştin û jin û zilamekî din birîndar bûn.

ANHA