Di merasîma oxirkirina şehîdan de şêniyên Şedadê gefên dewleta Tirk red kirin

Şêniyên navçeya Şedadê di merasîma oxirkirina şervanên QSD`ê de ku di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbûn, gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Di merasîma oxirkirina şehîdan de şêniyên Şedadê gefên dewleta Tirk red kirin
Di merasîma oxirkirina şehîdan de şêniyên Şedadê gefên dewleta Tirk red kirin
Di merasîma oxirkirina şehîdan de şêniyên Şedadê gefên dewleta Tirk red kirin
Di merasîma oxirkirina şehîdan de şêniyên Şedadê gefên dewleta Tirk red kirin
Di merasîma oxirkirina şehîdan de şêniyên Şedadê gefên dewleta Tirk red kirin
Di merasîma oxirkirina şehîdan de şêniyên Şedadê gefên dewleta Tirk red kirin
22 kanûn, 2018   13:51

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyên şervanên QSD`ê Bedir El-Celal (Asîfa), Mihemed El-Xelîf (Behir), Abdulrehman El-Siûd (Ebûd) û Beşar Xilêf (Dilyar) ji Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana şehîdan a Şedadê ve ketin rê.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha şervanên YPJ/YPG`ê toreneke leşkerî li dar xist. Paşê ji fermandarên YPG`ê Elî Şedadî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Şedadî di axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku ji nû ve çeteyên DAIŞ`ê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve derbeyên giran dixwin, vejîne.

Şedadî teqez kir ku gefên dewleta Tirk tu carî nikarin yekitiya gelê herêmê parçe bike lê belê îrade û israra wan a ji bo berxwedanê li dijî dijminan zêde dike.

Şedadî got şervanên QSD`ê tu carî derfet nadin dagirkeran ku destkeftiyên wan binpê bike, xaka wan dagir bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo em parastina ax û gelê welatê xwe bikin em ê her tiştê giranbuha bikin qurban."

Her wiha endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî Nicûm diyar kir ku ew wek malbatên şehîdan tu carî derfet nadin dagirkeran ku kiryarên çeteyên DAIŞ`ê careke din li ser xaka wan dubare bikin û dê heta dawiyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin.

Paşê wesîqetên şehadetê ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Selman El-Salih ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên her çar şehîdan di nava dirûşmeyan de hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA