Partiyên Başûr: Divê destek ji şoreşa Rojava were dayîn

3 partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê teqez kir ku divê partiyên Kurdistanê bi awayekî pratîk destekê bidin şoreşa Rojava û helwestên xwe bi tenê di çarçoveya daxuyaniyan de nehêlin.

Partiyên Başûr: Divê destek ji şoreşa Rojava were dayîn
Partiyên Başûr: Divê destek ji şoreşa Rojava were dayîn
Partiyên Başûr: Divê destek ji şoreşa Rojava were dayîn
22 kanûn, 2018   13:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongreya Star bi armanca xurtkirina têkiliyan di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, yekitiya Kurdan li dijî xetereyên li dijî gelê Kurd, bi taybet gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengal û kampa Mexmûrê, serdana partiyên Kurdistanî li bajarê Hewlerê ya herêma Kurdistanê kir.

Şandeya PYD`ê û Kongreya Star ku ji nûnerê PYD`ê yê başûrê Kurdistanê Silêman Ereb, endamê Komîteya Dîplomatîk li Hewlêrê Mistefa Heşrî, nûnera Kongreya Star li herêma Kurdistanê Cîhan Xelîl pêk dihat, serdana Partiya El-Muhafizîn a Kurdistanê kir. Şande ji aliyê sekreterê giştî yê partiyê ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de rewşa siyasî li herêmê û giştî Kurdistanê û bi taybet piştî biryara rêveberiya Amerîkayê ku hêzên xwe yên leşkerî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişînin, hate nirxandin. Her du aliyan teqez kir ku divê xebatên cidî û hevbeş ji diyarkirina helwesteke hevpar li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê û destekdayîna şoreşa Rojava bi hemû şêwazan, were kirin.

Her wiha her du aliyan rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê û aloziya avakirina hikumetê piştî hilbijartinên parlamentoyê, têkiliya di navbera partî û şepêlên cuda û nêrîn û pêşdîtinên wan, nirxandin.

Sekretêrê Partiya El-Muhafizîn teqez kir ku divê partiyên Kurdistanê helwestên xwe yên pratîk ji bo şoreşa Rojava diyar bikin û tenê di çarçoveya daxuyaniyan de nehêlin.

Koma Îslamî: Divê Kurd li dijî gefên Tirkiyê bibin yek

Şandeya PYD`ê û Kongreya Star serdana navenda Koma Îslamî ya Kurdistanê kir. Şande ji aliyê berpirsyarê komê Elî Bapîr, gerînendeyê buroya berpirsyar Hesen Babekir û endamê parlamentoya herêma Kurdistanê Zana Rostiyayî ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya herêmê û pêşketinên dawî li Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin nirxandin. Her du aliyan teqez kir ku divê Kurd li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker yekitiya xwe ava bikin.

Berpirsê Koma Îslamî Elî Bapîr îşaret bi xebatên PYD`ê di tecrubeya siyasî li Bakur û Rojhilatê de kir û got ew bi hêvî ne ku hemû alî bi yekdestî li hember hemû zehmetiyan bisekinin û bi awayekî hevgirtî armancên xwe pêk bînin. Der barê rewşa Kurdistanê de Bapîr got divê hemû aliyên Kurdistanê li her 4 parçeyên Kurdistanê bi awayekî rast danûstandinê bi bûyer û pêşketinan re bike, daxuyaniyên dewletên desthilatdar ku li gorî berjewendiyên xwe tev digerin bawer neke, hêza xwe ji xwe re esas bigirin û ber bi pêkanîna armancên xwe ve bimeşe.

Şandeyê serdana nûnertiya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) kir

Şandeya PYD`ê û Kongreya Star bi nûnertiya HDP`ê li Hewlerê re hevdîtin pêk anî. Şande ji aliyê rêveberên nûnertiyê ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan pêşketinên meydanî û rewşa siyasî ya dawîn li herêmê û bi taybet siyaseta AKP`ê ku hewl dide tecrubeya demokratîk li herêmê têk bibe, nirxand.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe di çalakiya greva birçîbûnê de ku li navenda nûnertiyê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin û çalakiya parlamenter Leyla Guven diyar kir.

Di dawiya hevdîtinê de her du aliyan teqez kir ku divê xebatên hevbeş ji bo derbaskirina xetereyan werin kirin, ji ber ku herêm di rewşeke pir hesas re derbas dibe û divê yekitî were avakirin da ku hemû gelên herêmê azadiya xwe bi dest bixe.

(bx)

ANHA