HPC: Erka me ya sereke parastina şêniyan e

Hêzên Parastina Civakî ya navçeya Dirbêsiyê ji destpêka hatiye avakirin ve li gel hêzên Asayîşê herêmê diparêze. Endamên Hêzên Parastina Civakî dibêjin "Erka me ya sereke parastina şêniyan e."

HPC: Erka me ya sereke parastina şêniyan e
HPC: Erka me ya sereke parastina şêniyan e
HPC: Erka me ya sereke parastina şêniyan e
22 kanûn, 2018   08:38

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Hêzên Paristana Civakî (HPC) ya navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê ji destpêka avakirina xwe ve di sala 2014’an de, ewlehiya şêniyan dide ser milê xwe û navendeke parastina civakî vekir û perwerdeya leşkerî û siyasî hilda.

Di salekê de 10 dewre ji welatiyên herêmê re bi dawî kirin, heta niha şêniyan perwerde dikin ku xwe bi xwe parastinê bikin.

Yek ji erkên vê hêzê, piştgiriya YPG`ê û hêzên Asayîşê ye û parastina kolanên di hundirê bajêr û bajarokan û avakirina bendên kontrolê bi hêzên Asayîşê re ye. Her wiha HPC beşdarî pêngavên ku YPG, YPJ û QSD’ê ji bo rizgarkirina Bakurê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê dabûn destpêkirin, bû.

Di serdana ANHA`yê li navenda HPC`ê li navçeyê, endama rêveberiya HPC-Jin Nesrîn Dirbêsiyê axivî û wiha got: "Erka me parastina şêniyan û herêmê ji hemû êrîşên li ser herêmê ye. Em şêniyan perwerde dikin da ku parastina xwe bikin."

Endama bi navê Nûra Xelef jî axivî û got têgeha ‘parastina civakî’ ji bo ewlehiya şêniyan e û got:"Erka me ya sereke parastina şêniyan e."

ANHA