Dayikên şehîdan: YPG û YPJ zarên me ne, em ê piştgiriya wan bikin

Dayikên şehîdan ên navçeya Amûdê bersiva daxuyaniyên Erdogan da. Dayikan destnîşan kir ku YPG û YPJ parastina wan dikin û ew ji mafê wan e.

Dayikên şehîdan: YPG û YPJ zarên me ne, em ê piştgiriya wan bikin
22 kanûn, 2018   08:25

SILAVA EBDULREHMAN / QAMIŞLO

Nerazîbûn û bertekên protestoyî li hember gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Girêdayî mijarê dayikên şehîdan ên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo nerazîbûna xwe derbirî.

Dayika Renda Mihyedîn Hesen wiha got: "Erdogan ji destpêka dagirkirina Efrînê û êrîşa li ser Şengal û Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ve gefa êrîşan li herêmê dixwe. Em ji roja destpêkê ve zarokên xwe fedayî welat dikin, ne ku Erdogan were xaka me dagir bike û milkên me talan bike."

Dayika Renda wiha domand: "Mafê me ye em di nav aramî û ewlehiyê de bin. Erdogan di nav bêdengiya navdewletî de gefa êrîşan li herêmê dixwe, mîna hemû ker, kor û lal bûne. Gelo dewletên Ewropayê yên ku demokrasiyê û mafên mirovan îdia dikin ji gefên Erdogan re li ku derê ne? Bêdengiya wan îsbat dike ku ew binpêkirinên Erdogan erê dikin."

Dayika Renda wiha bersiv da daxuyaniyên Erdogan ku wê êrîşî “terorîstan” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike: "YPG û YPJ parastina me dikin. Ew zarên me ne û zarên hemû pêkhateyên herêmê ne. Xaka welat a hemû gelê Sûriyê ye. Tirkiyê ne tenê gelê Kurd lê belê hemû pêkhateyên vê erdnîgariyê dike hedef."

Di dawiya gotinên xwe de dayika Renda ev tişt anî ziman: "Çeka me ya tekane vîn û berxwedana me ye. Em ê xaka xwe ji her êrîşekê biparêzin. Divê rêxistinên mirovî bi erkên xwe yên mirovî û hiqûqî rabin."

Gefên Tirkiyê girêdayî siyaseta dîktatoriyê ne

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Ezîze Ehmed Hacî Colî wiha axivî: "Wekî dayikên şehîdan em li pişta zarên xwe ne ku li eniyan şer dikin. Erdogan bi gefên xwe dixwaze şerê derûnî li dijî gel bi kar bîne. Lê em ê bi hemû keda xwe li hemberî vê yekê bisekinin."

Ezîze destnîşan kir ku ciwanan herêm ji terorê rizgar kirine, edalet û wekhevî di navbera hemû çînên civakê de belav kirine. Ji lew re Erdogan ji wan û projeya demokratîk a herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirse û dibîne ku hebûna Tirkiyê tehdîd dike. Ji ber ku Tirkiye siyaseta dîktatoriyê dimeşîne, azadiya nêrîn û ravekirinê û heta mafan diçewisîne.

Di dawiyê de Ezîze teqez kir ku Tirkiyê nikare li ber biratiya gelan a ku bi saya xwîna şehîdan û fedakariyên gelê herêmê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye bidestxistin, bibe asteng.

Mafên mirovan binpêkirinên Tirkiyê paşguh kirine

Girêdayî heman mijarê welatiya bi navê Sûriye Hisên dibîne ku Erdogan ji gefên xwe dirêjkirina temenê DAIŞ'ê li herêmê armanc dike. Her wiha diyar kir ku Tirkiye sponsera DAIŞ'ê ye û daxuyaniyên Erdogan îsbata vê yekê ye.

Sûriye destnîşan kir ku ne ji mafê Erdogan e derbasî herêmê bibe û wê dagir bike û wiha domand: "Em dixwazin bizanin çiyê Erdogan li gel me heye?  Çi ji me dixwaze? Gelo çima dewletên ku mafên mirovan îdia dikin binpêkirinên Erdogan paşguh dikin?"

Di dawiyê de Sûriyê Hisên sond xwar ku ew şopdarên rêya şehîdan in û dê dest ji xaka xwe bernedin.

(şx)

ANHA