Şêniyên Şedadê: Me DAIŞ şikand, em ê dagirkeriya Tirk jî bişikînin

Şêniyên navçeya Şedadê diyar kir ku ew ê wek eşîrên Ereb li hember dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin û wiha got: “Çawa me hêza DAIŞ’ê şikand, em ê hêza dagirkeriya Tirkiyê jî bişikînin."

Şêniyên Şedadê: Me DAIŞ şikand, em ê dagirkeriya Tirk jî bişikînin
22 kanûn, 2018   07:40

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Serokeşîrê êla Fadil ê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê Munaf Hec Reca anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve roleke neyinî li herêmê dilîze.

Hec Reca destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze serdema Osmaniyan ji nû ve zindî bike û wiha axivî: "Di demên dawîn de me dît ku çawa derbasî Iraq, herêmên bakur û başûrê Sûriyê bû." Hec Reca anî ziman ku wek eşîrên Ereb ew ê li hember dagirkeriya Tirkiyê bisekinin û rê nedin ku herêm were dagirkirin û wiha pê de çû: "Çawa me hêza DAIŞ’ê şikand, em ê dagirkeriya Tirkiyê jî wisa bişikînin."

Munaf Hec Reca her wiha diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê ditirse ku çeteyên DAIŞ‘ê li herêmê bi dawî bibin, ji ber ku bi rêya van çeteyan planên xwe pêk tîne û ji ber vê yekê pêşeroja Sûriyê û gelê wê dike hedef.

‘Berdêl çi dibe bila bibe, em ê li hember mudaxeleyan bisekinin’

Welatiyê bi navê Ehmed Hisên ji aliyê xwe ve anî ziman ku ew destûrê nadin dagirkeriya Tirkiyê ku xaka Sûriyê dagir bike û wiha got: “Em amade ne li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin, lê pêwîst e civaka navdewletî jî erka xwe pêk bîne û gefên Tirkiyê şermezar bike û bi dawî bike."

Hisên her wiha diyar kir ku Erdogan dixwaze Rêveberiya Xweser ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, têk bibe û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Herêmên me bi xwîna şehîdan rizgar bûne, berdêl çi dibe bila biba em ê li hember mudaxeleyên derve bisekinin."

ANHA