Bi wêneyên xwe hestên bêrîkirina Efrînê rave dike

Ahrîman Hesen mamosteyê wênesaziyê ye. Pîşeya xwe bi xêzkirina çend wêneyên hêsan dest pê dike û piştre wêneyên dîwarî yên ku rengên wan bêrîkirina welatê dagirkirî Efrînê dinimînin, xêz dike.

Bi wêneyên xwe hestên bêrîkirina Efrînê rave dike
Bi wêneyên xwe hestên bêrîkirina Efrînê rave dike
Bi wêneyên xwe hestên bêrîkirina Efrînê rave dike
Bi wêneyên xwe hestên bêrîkirina Efrînê rave dike
Bi wêneyên xwe hestên bêrîkirina Efrînê rave dike
Bi wêneyên xwe hestên bêrîkirina Efrînê rave dike
Bi wêneyên xwe hestên bêrîkirina Efrînê rave dike
Bi wêneyên xwe hestên bêrîkirina Efrînê rave dike
22 kanûn, 2018   07:29

CAFER CAFO-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Encamên şer û dagirkirinê gelekî xirab in. Şênî gelek caran bê hêvî dimînin û bi bedbînî jiyana xwe didomînin. Lê şêniyên Efrînê bi vîn û xweşbîniya xwe ew rewş berovajî kiriye û hêviyên xwe jî qut nekirine. 

Ahrîman Hesen di temenê xwe yê biçûk de ji wênesaziyê hez dike û biryar dide ku xwe bi pêş bixe. Piştî qedandina hemû astên xwendinê, derbasî peymengaha hunera wênesaziyê dibe.

Hesen beriya dagirkirina Efrînê, di dibistanên Efrînê de mamosteyê wênesaziyê bû. Piştî dagirkirina Efrînê di 18'ê Adarê de, Hesen mîna bi hezaran şêniyên Efrînê neçar dimîne ji warê xwe derkeve û li Şehbayê bi cih dibe.

Ruxmî şert û mercên koçberiyê yên dijwar jî Ahrîman di fêrkirina xwendekaran de babeta wênesaziyê li Şehbayê bi israr e.

Ahrîman ji bo ku karibe hestên bêrîkirina welatê xwe yê dagirkirî Efrîn rave bike, li ser dîwarên dibistanên Şehbayê gelek wêneyên ku hestên wî rave dikin, xêz dike. Van wêneyên dîwarî bala xwendekaran jî kişand. Derfetên kêm li ber daxwaza Hesen nebûn asteng. Hesen tevî 6 xwendekaran komekê ava dike û bi pênûsa rengê reş dest bi xêzkirinê dike. Di dirêjahiya du mehan de dixebitin û 3 nexşeyên dîwarî xêz dikin.

Mijara nexşeya yekemîn sembolîk e û tê de periyek ku pifî ba dike, da ku peyva ‘Efrîn’ xêz bibe hatiye xêzkirin. Ya duyemîn jî girêdayî noteyek muzîkê ye ku ji dûvê hespekî dest pê dike û ew notaya sirûda Ey Reqîb e. Di nexşeya dîwarî ya sêyemîn de Zerdeşt hatiye xêzkirin.

Girêdayî mijarê Ahrîman Hesen ji ajansa me re axivî û wiha got: "Ji biçûkahiya xwe ve ez ji wênesaziyê hez dikim û min ji xwe re kir arezû. Piştî ku ez ji peymangehê derçûm, tê de bûm pispor û min dest bi fêrkirina hunerê ji xwendekaran re kir. Beriya dagirkirina Efrînê ez tev li gelek çalakiyên hunerî bûm. Di dagirkirinê de dibistan wêran bûn û wê jî bandoreke neyînî li derûniya xwendekaran kir. Tevî derfetên kêm me dest bi xêzkirina wan berheman kir û hestên xwe rave kirin."

Ji aliyê xwe ve xwendekara bi navê Ceylan Elî jî wiha axivî: "Ji bo xweşikkirina xuyenga dibistanan, me dest bi xêzkirina wêneyan kir. Piştî 2 mehan me 3 wêneyên dîwarî yên sembola dîroka Kurdan bi dawî kirin."

(şx)

ANHA