Balafirên Tirk herêma Amêdiyê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, bombe li herêmên Nêrwe û Rêkan ên girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê ya Başûrê Kurdistanê barandin.

Balafirên Tirk herêma Amêdiyê bombebaran kir
22 kanûn, 2018   07:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gel balafirên keşfê saet derdorî seet 03:00’ê sibê li herêmê firiyane. Di saet 04:10’an de  jî herêmên Nêrweh û Rêkan ên girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê ya başûrê Kurdistanê jî bombe barandin.

Di derbarê ziyanên bombardûmanê heta niha agahiyên zelel nehatine girtin.