Êlên Tebqayê: Gefên Tirkiyê bê wate ne, em bi QSD‘ê re ne

Şêxên êlên herêma Tebqayê teqez kirin ku êlên Ereb wê xaka xwe biparêzin û bi QSD'ê re xendekên berxwedanê parve bikin. Her wiha diyar kir ku gel guh nadin gefên Tirkiyê yên bê wate. 

Êlên Tebqayê: Gefên Tirkiyê bê wate ne, em bi QSD‘ê re ne
22 kanûn, 2018   06:47

TEBQA

Ji her pêkhate, sazî, bajar û taxên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkirin û bersiv ji gefên Erdogan ên dagirkirina herêmê tên. Girêdayî gefên Tirkiyê rûspiyên êlên herêma Tebqa yê jî nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

‘DAIŞ’ê li ber çavê leşkerên Tirk çek derbaz dikir in’

Şêxê Êla El-Hiwêwat Şêx Mihêdî El-Salih got: "Erdgan daxuyanî dide ku wê êrîşî herêma Rojhilata Firatê bike da ku sînorên xwe biparêze. Lê Erdogan ji bîr dike ku DAIŞ'ê li ser sînorên wê bê reqîb tev digeriyan û li ber çavên leşkerên Tirk çek derbasî herêmê dikirin. Ji lewre em dibêjin ku Tirkiye dixwaze herêmên QSD'ê bi xwîna şehîda rizgar kiriye dagir bike."

‘Em gelên Sûriyê yek gel in’

Li ser bikaranîna Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan peyvên Rojava û Rojhilatê Firatê, Şêx Mihêdî wiha bersîv da: "Em gelê Sûriyê yek gel in û em parçebûna ku Erdogan bi kar tîne red dikin. Îro pêkhateyên herêmê weke malbatekê di bin banê biratiya gelan û projeya Neteweya Demokratîk de ku misogerê maf û azadiya me ye dijîn."

‘Em ê di xendekên berxwedanê de li cem QSD’ê bin’

El-Salih wiha domand: "Em azadîxwaz in, ne şerxwaz in. QSD'ê, hêzek mirovahiyê ye. Hêzên me parastvan e û ne êrîşker e, gelê herêmê û sînorên wê diparêze."Di dawiya gotinên xwe de El-Salih got: "Wek gelê Sûriyê em li ser esasê çareseriyek siyasî, ji danûstandinan bi dewletên cîran vekirî ne. Di her pirsgirêkek girêdayî Sûriyê de, gelê Sûriyê tenê bi xwe mafê diyarkirina çarenûsa xwe û girtina biryarên ji bo rewa wê guncew digire."

Girêdayî heman mijarê Şêx Beşîr El-Hemşer şêx Êla El-Bû Xemîs got: "Wek êlên Ereb li herêmê em guh nadin gefên dewletek dagirker mîna Tirkiyê. Dîroka Tirkiyê şahidê binpêkirinên wê ye. Tirkiye li ser Ermen, Kurd û Ereban komkujî pêk anî û beriya wê kal û pîrên Osmanî di dirêjahiya 400 salan de siyaseta pişaftinê derheqê herêmê de pêk aniye. Erdogan niha hewl dide xewna Osmaniya bi hovêtiyek mezintir vegerîne."

Di dawiyê de El-Hemşer got: "Em ê li hember dewleta Tirk a dagirker bi yek rêzî li rex QSD'ê bisekinin. Em ê bi QSD'ê re xendekên bexwedanê parve bikin û em ê nehêlin ti êrîşkerek derbasî xaka me bibe."

(şx)

ANHA