Li Efrînê li dijî bargeheke çeteyan teqînek pêk hat

Li Efrînê, nêzî navenda çeteyên Tûgeya Sultan Mihemed El-Fatih teqîneke rû da.

Li Efrînê li dijî bargeheke çeteyan teqînek pêk hat
21 kanûn, 2018   19:00

EFRÎN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, teqîn li ser rêya Maretê ya bajarê Efrînê pêk hatiye. Hate ragihandin ku teqîn li nêzî navenda çeteyên koma "Tûgaya Sultan Mihemed El-Fatih" pêk hat.

Têkildarî encamên teqînê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

ANHA