'Divê rêxistinên mirovî erka xwe li hember binpêkirinên Tirkiyê pêk bînin‘

Greva birçîbûnê ya herêma Til Temirê bi xwepêşandan û daxuyaniyekê ji bo raya giştî bi dawî bû.

'Divê rêxistinên mirovî erka xwe li hember binpêkirinên Tirkiyê pêk bînin‘
'Divê rêxistinên mirovî erka xwe li hember binpêkirinên Tirkiyê pêk bînin‘
'Divê rêxistinên mirovî erka xwe li hember binpêkirinên Tirkiyê pêk bînin‘
'Divê rêxistinên mirovî erka xwe li hember binpêkirinên Tirkiyê pêk bînin‘
21 kanûn, 2018   15:59

HESEKÊ

Çalakiya greva biçîbûnê ya şêniyên navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongerya Star ve ji bo piştgiriya têkoşer Leyla Guven û şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gerlê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê bi dawî bû.

Îro bi dehan şêniyên herêmê tev li grevê bûn. Çalakgeran greva xwe bi meşekê bi dawî kirin. Meş ji ber kona çalakiya greva birçîbûnê destpê kir û li kolana sereke ya bajarê Til Temirê geriya. Meş li qada Azadî rawestiya û veguherî mîtingê. Meşvanan alên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, wêneyên Ocalan û Leyla Guven û pankartên bi nivîsên 'Em tecrîdê hilweşînin û faşîzmê tune bikin da ku bi Serok Apo re azad bijîn', 'Bi vîna jina azad em ê dagirkeriyê hilweşînin', 'Na ji Osmaniya nû' re hildan.

Di mîtingê de Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.

Daxuyanî ji hêla endama rêveber a Kongreya Star a herêma Til Temirê Çinar Yûsif ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

'Çalakiya greva birçîbûnê gavek di xeta têkoşînê de ya li dijî siyasetên hikumeta AKP'ê der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

kiryarênTirkiyê ne qanûnî ne û ji mafên mirovan re binpê kirinek e. Hikumeta AKP'ê bi binpêkirinên xwe hebûna Kurd dike hedef û dixwaze gelê Kurd li herêmê bê bandor û îrade bimînin.

Em bang li gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve dikin ku bi yek rêzî li hember binpêkirinên Tirkiyê bisekinin û ji hemû herêmên ku dagir kiriye biqewitînin. Ji ber ku êrîşên Tirkiyê ne tenê pêkhateyekê lê belê hemî pêkhateyên herêmê dike hedef.

Divê gelê me ji bo parastina destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya nimûneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatine bi destxistin xebata hevpar xurt bikin.

Em bang li hemû rêxistinên mirovî, NY'yê, Yekîtiya Ewropa û her saziyekê têkildar dikin ku bi erka xwe li hember gelê herêmê rabin, siyasetên Tirkiyê yên wêrankirî bi dawî bikin û zextê li Tirkiyê bikin da ku ji bingehê ve rewşa Ocalan biguhere û doza girtina Ocalan ji dozên demokrasiyê bihesbînin.'

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku çalakiya greva birçîbûnê du roja bi tevlêbûna 160 kesan ji şêniyên herêma Til Temirê berdewam kir. Her wiha tê payîn ku di çend rojên pêşiya me de li bajarê Hesekê çalakiya greva birçîbûnê bê destpêkirin.

(şx)

ANHA