MSD’ê banga qedexekirina balafiran li ser asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Meclisa Sûriya Demokratîk di civîna çapemeniyê de ku li paytexa Fransayê Parîsê hate lidarxistin, banga qedexekirina firîna balafiran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

MSD’ê banga qedexekirina balafiran li ser asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
21 kanûn, 2018   12:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi armanca nirxandina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevkariya di navbera Fransa û MSD`ê de ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Fransayê kir û îro li paytexta Fransayê Parîsê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

Di civînê de hevserokê MSD`ê Riyad Derar got êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dê rê li pêşiya çeteyan veke ku careke din li herêmê belav bibin, ji ber ku alîkariya xwe ji Tirkiyê digirin.

Derar diyar kir ku di demeke wiha de serdana Fransayê kirin, ji ber ku duyemîn hêz piştî Amerîkayê di Koalîsyona Navdewletî de li ser xaka Sûriyê ye û helwestên wê dê rêya pêşketinan diyar bikin.

Her wiha hevseroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed bang li Fransayê kir ku firîna balafiran li ser asîmanê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe bike. Îlham Ehmed diyar kir ku heger tu êrîş ji aliyê Tirkiyê ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were dê neçar bimînin ku şervanên QSD`ê ji nuqteyên şer ên Dêrazorê vekişin û parastina sînor xwe li hember êrîşên Tirkiyê bikin.

Her wiha Îlham Ehmed got gefên dewleta Tirk a dagirker dê aloziya Sûriyê kurttir bikin, xwîn bi awayekî zêde were rijandin û destnîşan kir ku diyalogên Sûrî – Sûrî çareseriya aloziya Sûriyê ne.

Dewleta Tirk a dagirker gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, her wiha Amerîkayê daxuyanî da ku dê hêzên xwe ji Sûriyê vekişin.

(bx)

ANHA