Asayîşa başurê Kurdistanê ciwanên Kurd binçav kirin

Çalakiya Tevgera Gencanî Welatparêz ku dixwestin bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin, hat astengkirin. Gelek ciwan hatin binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de endamên Komeleya Karkerên Mezopotamya û nûçegihanê Roj News Berhem Letîf hene.

Asayîşa başurê Kurdistanê ciwanên Kurd binçav kirin
21 kanûn, 2018   12:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Welatparêz xwestin ku îro li ser kolana Seholeke ya Silêmaniyê, li dijî tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwepêşandanekê lidar bixin û daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Lê dema ku ciwan li ser kolana Seholeke ya ku dê çalakî lê bihata lidarxistin kom bûn, hêzên Asayîşa Silêmaniyê destur nedan daxuyaniyê û gelek ji wan binçav kirin.

Li aliyê din endamên Komeleya Karkerên Mezopotamya ku wan jî li dijî tecrîdê greva birçîbûnê daye destpêkirin, xwestin bi armanca destekdayînê tevlî çalakiya ciwanan bibin, lê dema ji avahiya komeleyê derketin ser kolanê, hatin binçavkirin.

Heman demê de li gor hat zanîn di nava kesên hatîn binçavkirin de nûçegihanê Roj News Berhem Letîf jî hat binçavkirin.

Hejmara kesên hatine binçavkirin nehat fêrbûn.