Leyla Guven: Teqez, em ê serbikevin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 44 roj e ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye got: “Ez ê berxwedana xwe dewam bikim. Ez ji sedî sed bawerim ku ez ê encamê ji çalakiya xwe bigirim. Ji ber ku daxwaza min û hevalên min gelek mafdar û rewa ye.”

Leyla Guven: Teqez, em ê serbikevin
21 kanûn, 2018   11:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dest bi greva birçîbûna bêdawî û bêdorveger kiribû di roja 44'emîn de didome. Keça Guven, Sabiha Temîzkan bi rêya hesabê xwe yê Twîtterê hevdîtina bi rêya telefonê ya bi dayika xwe re parve kir. Leyla Guven vê peyamê da: "Min di roja 44'an a çalakiya greva diya xwe Leyla Guven de hevdîtina telefonê pêk anî. Diya min gelek zeîf bûye. Dengê wê û moralê wê baş in. Dayika min dibêje 'Ez ê berxwedana xwe bidomînim. Ez ji sedî sed bawer im ku çalakiya me dê bi encam bibe. Ji ber ku daxwaza min a hevalên min daxwazek mafdar û rewa ye. Em ê teqez bi ser bikevin.' Her wiha diya min hezkirina xwe anî ziman."

https://twitter.com/sabihatemizkan/status/1076041231937998848