‘Divê rewşenbîr binpêkirinên Tirkiyê teşhîr bikin’

Rewşenbîrên herêma Cizîrê diyar kir ku gefên Tirkiyê projeya demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Her wiha girîngiya hevgirtina hemû rewşenbîrên herêmê û cîhanê ji bo piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û teşhîrkirina binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker destnîşan kirin.

‘Divê rewşenbîr binpêkirinên Tirkiyê teşhîr bikin’
21 kanûn, 2018   11:50

QAMIŞLO

Nerazîbûnên li hember gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj zêde dibin. Rewşenbîrên herêma Cizîrê gefên Tirkiyê şermezar kirin û diyar kir ku divê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker werin teşhîrkirin û zext li hemû sazî, rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan bêne kirin da ku gefên Tirkiyê bi dawî bikin.

Serokê Desteya Weşanê ya kovara Şermola ya wejeyê Dilşad Murad destnîşan kir ku gefên Tirkiyê li dijî herêmê, ne nû ne. Tirkiye ji destpêka şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilata Sûriyê ve gefa êrîşan li herêmê dixwe.

Dilşad diyar kir ku Tirkiye li ser bingeha helandina gelan hatiye avakirin û ev tişt anî ziman: "Dewleta Osmanî li ser gelên Ermen, Suryan, Kurd, Aşûr û Êzidî gelek komkujî pêk anîne. Dewleta Tirk jî ji çend salan ve şerê doza Kurd dike û her wiha şerê gelê herêmê dike, ji ber ku zîhniyeta Tirkiyê li ser bingeha nîjadperestî û faşîzmê ava bûye."

Di dirêjahiya gotinên xwe de Murad destnîşan kir ku gelên herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê ji destpêka şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve jiyana hevbeş û yekitiya gelan pejirandiye û pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kiriye. Murad anî ziman ku projeya demokratîk a herêmê Tirkiye neçar kiriye, ji lew re bi armanca têkbirina projeya demokratîk  Tirkiyê dest bi şerê pergalê û gelê herêmê kir.  

Girêdayî rola rewşenbîran di vê pêvajoyê de Dilşad Murad wiha rave kir: "Rewşenbîr, pêşengên civakê ne. Rola wan di civakê de girîng e û erka wan e ku binpêkirinên li dijî gel têne kirin, teşhîr bikin. Niha ji hemû rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin ku siyasetên dewleta Tirk bi yekrêzî rastiya gefên Tirkiyê teşhîr bikin."

Di dawiya gotinên xwe de Dilşad Murad bang li hemû rewşenbîrên cîhanê kir ku piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û zextê li sazî, rêxistinên navdewletî û mafên mirovan bikin da ku gefên Tirkiyê bi dawî bikin.

Tirkiye hewl dide aloziya xwe derbasî derve bike

Ji aliyê xwe ve hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Meqso destnîşan kir ku gefên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema niha de tên wateya ku ew dixwaze aloziya xwe ya hundirîn derbasî derve bike û rewşa Sûriyê li hev bixe. Nemaze piştî ku bi hezaran karkeran karker daketin kolanan, aloziya aborî ya Tirkiyê û siyasetên Erdogan şermezar kirin.

Meqso anî ziman ku Erdogan demokrasî û qanûnên Tirkiyê şikandin û bi hezaran rewşenbîr û akademîsyen girtin û wiha domand: "Wek gelê Sûriyê divê em bi lîstok û derewên Erdogan nayên xapandin. Em bawer in ku gelê me ji Kurd, Ereb, Tirkman û Çerkes dê li hember gefên Tirkiyê û DAIŞ'ê xwe bikin yek."

Ebûd Meso destnîşan kir ku Tirkiye bi serkêşiya AKP'ê ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn dike hedef.

Ji aliyekî din ve berpirsa Ragihandina Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Îsa Ferhan jî got Erdogan bi gefên xwe têkbirina projeya demokratîk a herêmê armanc dike û destnîşan kir ku wek rewşenbîr divê hevgirtina xwe ava bikin, dakevin qadan û piştgiriya gelê herêmê bikin.

Di dawiya gotinên xwe de Îsa Ferhan bang li hemû gelên cîhanê, kesên demokrat û civaka navdewletî kir ku li rex gelê herêmê yê ku şerê DAIŞ'ê li şûna tevahiya cîhanê kiriye bisekinin û got: "Tevhiya cîhanê gihiştiye asta destanên QSD, YPG û YPJ'ê li tevahiya xaka Sûriyê û bi taybet Rojava."

(şx)

ANHA