Li Bakurê Sûriyê amadekariyên ezmûnên serdema yekemîn

Bi nêzîkbûna bidawîbûna serdema yekemîn a sala perwerdeyê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariya ezmûnan tê kirin.

Li Bakurê Sûriyê amadekariyên ezmûnên serdema yekemîn
Li Bakurê Sûriyê amadekariyên ezmûnên serdema yekemîn
Li Bakurê Sûriyê amadekariyên ezmûnên serdema yekemîn
Li Bakurê Sûriyê amadekariyên ezmûnên serdema yekemîn
21 kanûn, 2018   07:27

GIRÊ SPÎ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdema (werz) yekemîn a sala perwerdeyê ya sala 2018-2019‘an ber bi dawiyê ve diçe. Nêzî 835 hezar û 764 xwendekar ji hemû astên xwendinê ji bo ezmûnên nîvê salê xwe amade dikin.

Bi avakirina Rêveberiya Xweser re piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Komîteya Civaka Demokratîk di havîna sala 2015'an de hate avakirin. Komîteyê bi armanca amadekirina materyalan ji bo her sê pêkhateyan Kurd, Ereb û Suryan dest bi avakirina komîteyên pispor kir.

Perwerde li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zimanê dayikê ye

Xwendekarên 5 hezar û 172 dibistanan li gund, navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên ji hêla QSD'ê ve rizgakirî, perwerdeya xwe bi zimanê dayikê dibînin. Ji bo wê 42 hezar û 335 mamoste ji hêla Komîteya Civaka Demokratîk ve hatine erkdarkirin û komîteyên perwerde û fêrkirinê yên rêveberiyên sivîl û xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çavdêriya wan mamosteyan dikin.

948 dibistan bi hewcedariya sererastkirinê ne

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Receb Muşrif destnîşan kir ku 948 dibistan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hewcedariya sererastkirinê ne, ji ber ku di dema DAIŞ’ê de gelek zirar dîtine. Her wiha Muşrif da zanîn ku ew hewl didin wan dibistanan sererast bikin û ji bo sala bê amade bikin.

Mişrêf xuya kir ku ew li Desteya Perwerde û Fêrkirinê amadekariyên ezmûnên nîvê salê dike û diyar kir ku her rêveberiyek dikare roja destpêkirina ezmûnan bi xwe diyar bike, lê bi şertê ku ew roj di hefteya dawîn a vê mehê yan jî hefteya yekemîn a sala nû de be.

Girêdayî daxuyaniyên cîgirê Wezareta Derve ya Sûriyê Feysal Miqdad di hevpeyvîna wî bi gerînendeya UNICEF'ê Henrietta Fore di 9'ê Îlonê de li paytexta Sûriyê Şamê, Muşrif wiha got: "Li şûna ku Feysal Miqdad îdia bike ku zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji daniştokên xwendinê bê par mane, diviyabû li ser zarokên Efrîn, Cerabus, Bab û Ezazê yên ku rastî siyaseta asîmîlekirinê tên, bigirî."

Di dawiyê de Muşrif destnîşan kir ku diviyabû Miqdad li rêya gihandina daniştokên xwendinê ji zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigeriya, li şûna îdiayên bêbingeh.

(şx)

ANHA