Mihemed Nûredîn: Siyaseta Tirkiyê li ser yekitiya axa Sûriyê xetere ye

Akademîsyen û lêkolînerê karûbarên Tirkiyê û berpirsê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Beyrûtê Dr. Mihemed Nûredîn got armanca dagirkeriya Tirkiyê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û siyaseta ku dişopîne, li ser pêşeroj û yekitiya axa Sûriyê xetere ye.

Mihemed Nûredîn: Siyaseta Tirkiyê li ser yekitiya axa Sûriyê xetere ye
21 kanûn, 2018   07:57

ELÎ HESEN-MEDYA HENAN / BEYRÛT

Girêdayî gefên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, akademîsyan û lêkolînerê karûbarên Tirkiyê û berpirsê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Beyrûtê Dr. Mihemed Nûredîn ji ajansa me re axivî.

Her ku Tirkiye dikeve tengasiyê, gefan li derdorê dixwe

Dr. Mihemed Nûredîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wextê gefên Tirkiyê û wiha got: “Gefên Tirkiyê ne nû ne. Dema Tirkiye dibîne şert û merc guncaw in, an jî dixwaze ji aloziyek hundirîn derkeve, gefan li derdorê dixwe. Dema dixwaze armacên xwe bi dest bixe, zextê li ser aliyên din dike û gefên êrîşên leşkerî li herêmê dixwe.”

Mihemed teqez kir ku gelek armancên Tirkiyê ji van gefan hene û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Tirkiye dixwaze bi du mijaran zextê li Amerîkayê bike. Ya yekemîn xirabkirina têkiliyên di navbera Amerîka û QSD’ê de, ya duyem jî ji bo radestkirina Fetullah Gulen. Bi van zextan Tirkiye dixwaze hinek destkeftiyan bi dest bixe.”

Mihemed bal kişand ser hilbijartinên şaredariyan ên li Tirkiyê û wiha domand: “Erdogan dixwaze beriya hilbijartinên ku di dawiya Adara pêşiya me de bên kirin, dixwaze li hemberî Kurdan êrîşeke leşkerî wek a Efrînê pêk bîne. Bi vê yekê jî dixwaze bide diyarkirin ku serkeftinek bi destxistiye û bi vê serkeftinê jî AKP’ê di hilbijartinan de bi ser bixe. Bi taybet jî piştî parlamentoyê rola xwe winda kir, hilbijartinên herêmî bûne hîmê sereke yê xebatên hundirîn.”

Armanca Tirkiyê ya sereke dagirkirina xeta sînorê Sûriyê ye

Mihemed têkildarî armanca gefên Erdogan, daxuyand ku bi hinceta QSD’ê, Kurdan û rojhilatê Sûriyê tune bike. Mihemed destnîşan kir ku lê armanca dûr a êrîşê dagirkirina xeta sînorê Sûriyê ye û wiha axivî: “Tirkiye dixwaze wê herêmê di danûstandinên muhtemel de bi kar bîne.”

Rûsya berjewendiyên xwe li ser hesabê berjewendiyên Sûriyê dike bingeh

Di berdewama gotinên xwe de Dr.Mihemed Nûredîn bal kişand ser siyaseta Rûsya li Sûriyê û wiha pê de çû: “Rûsya wek hêzeke mezin dûrî berjewendiyên Sûriyê bi Tirkiyê re têkiliyan datîne. Hinek berjewendiyên Rûsya yê Sûriyê derbas dike. Mixabin berdêla ku Rûsya dide, Tirkiye di gelek aliyan de berjewendiyên Sûriyê paşguh dike. Mînaka wê jî destûra ‘Mertalê Firatê’ û dagirkirina Efrînê ye.”

Her êrîşek wê bi erêkirina Amerîkayê pêk were

Dr. Mihemed Nûredîn bi bîr xist ku êrîş dê Tirkiye û Amerîkayê bînin beranberî hev û wiha axivî: “Yanî Tirkiye bêyî erêkirina Amerîkayê nikare êrîşekî pêk bîne.”

Mihemed wiha domand: "Lê eger tawîz di navbera Tirkiye û Amerîkayê de çêbin, wê demê dibe ku Amerîka destûrê bide Tirkiyê ku êrîşî herêmên leşkerên Amerîkayê tê de tune bin, bike. Yanî wê bi awayekî yekser neyê pêşberî hêzên Amerîkayê. Dibe ku êrîşên Tirkiyê ji Şengalê sînorên Iraqê dest pê bike û bi vê yekê wê Amerîka daxwaza Tirkiyê ya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Dagirkirina Tirkiyê dê xizmeta berjewendiyên Sûriyê neke

Dr. Mihemed Nûredîn di dirêjahiya gotinên xwe de wiha got: "Tirkiye û Amerîka naxwazin werin beranberî hev, an jî hindek çareserî mîna ku min bibîrxistî hebin. Lê dîsa jî ew xizmeta berjewendiya Sûriyê û Îranê li herêmê nake. Îran hebûna Tirkiyê li Sûriyê naxwaze, lê dewleta Sûriyê hebûna her aliyek biyanî bi taybet Tirkiye red dike. Lê belê daxwazî tiştek e û karîna pêkanîna zextê tiştek din e."

Tirkiye li her herêma ku dagir dike, guhertina demografîk pêk tîne

Girêdayî vê mijarê akademîsyan û lêkolînerê karûbarên Tirkiyê û berpirê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Beyrûtê Dr. Mihemed Nûredîn destnîşan kir ku Tirkiye li herêmên ku dagir dike, guhertinên civakî û guherîna demografyayê pêk tîne û wiha pê de çû: “Her wiha diyar kir ku Tirkiye bi hevkariya DAIŞ'ê petrolê ji herêmên bin serweriya DAIŞ'ê yekser dibir Tirkiyê.”

Siyasetên Tirkiyê li ser yekitiya xaka Sûriyê xetereyek in

Di dawiya hevpeyvînê de Dr. Mihemed Nûredîn qala xetereya siyasetên Tirkiyê li ser pêşerojê Sûriyê kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Helbet siyasetên Tirkiyê li ser pêşerojê Sûriyê xetere ne. Tirkiye dixwaze tazîmatên têkçûna projeya xwe li herêma Rojhilata Navîn vegerîne û destkeftiyên meydanî li Sûriyê bi rêya dagirkirinê bidest bixe. Ev jî bi dagirkirin Cerablus, Bab û Efrînê diyar bû û hewl dide vê dagirkeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temam bike. Ew dixwaze beşek ji Sûriyê qut bike û yekser an jî bi rêya ajanan bi xwe ve girê bide. Ev jî li ser yekitiya xaka Sûriyê xetereyek e û bi daxuyaniyê Tirkiyê ku ew yekitiya xaka Sûriyê dixwaze re nakok e."

(şx)

ANHA