'Em fedaiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne’

Şêxên bajarê Reqayê got gefên Tirkiyê piştî pêşdeçûnên QSD'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatin û destnîşan kir ku dê ji bo parastina xaka xwe her tiştî bikin û fedaiyên axa xwe ne.

'Em fedaiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne’
21 kanûn, 2018   07:15

EMMAR EL-XELEF / REQA

Girêdayî gefên Tirkiyê ku wê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, nerazîbûn û bertekên dijber zêde dibin. Şêxê bajarê Reqayê teqez kir ku gefên Erdogan di heman dema bidawîbûna DAIŞ'ê li Sûriyê de hatin.

Girêdayî mijarê serokê Meclisa Şêwirmendî ya Olî ya Herêma Firatê Ehmed El-Erûnî wiha got: "Em daxuyaniyên Tirkiyê yên eletewş û serxweçûyî şermezar dikin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelê xwe azad e û dê li hember her êrîş û timakariyê asê bimîne. Îro piştî rizgarkirina Reqayê gelê bajêr di nav jiyaneke hevbeş, tijî hezkirin û hêviya pêşerojeke xweş û baştir de ye."

El-Erûnî diyar kir ku ewlehiya herêmên rizgarkirî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan nerehet dike, ji ber ku dê hevalbenda xwe ya sereke li Sûriyê yanî DAIŞ'ê winda bike.

Ji aliyê xwe ve serokê Saziya Karûbarên Olî ya Reqayê Elî Nayîf El-Şeîb destnîşan kir ku Tirkiye wê nikaribe xaka ku ji bo wê bi hezaran şehîd dane, dagir bike û diyar kir ku gefên Tirkiyê ku kuştina gelê Sûriyê armanc dike, ne nû ne.

El-Şeîb wiha domand: " Sînorên ku di dirêjahiya salan de ji bo derbaskirina bi hezaran çeteyan ji tevahiya cîhanê em ji bîr nakin. Lê hevalbendê sereke yê Tirkiyê (DAIŞ) hildiweşe. Ji ber wê Erdogan li windahiyên xwe digirî."

Di dawiyê de El-Şeîb destnîşan kir ku Erdogan îro mîna bavê ku li ser zarokên xwe ji mirinê li gel pêşdeçûnên QSD'ê ditirse, xuya dibe û got: "Ji bo aştiyê û azadiyê em fedaiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne."

(şx)

ANHA