Çeteyên dewleta Tirk êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya  Minbicê kirin

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihandin ku çeteyên Mertala Firatê ya ser bi Tirkiyê ve bi çekên giran êrîşî nuqteyên hêzên wan li xeta Sacûrê kirin.

Çeteyên dewleta Tirk êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya  Minbicê kirin
20 kanûn, 2018   19:30
NAVENDA NÛÇEYAN
Suzan İraz

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku çeteyên koma "Mertala Firatê" ya ser bi dewleta Tirkiyê ve êrîş anîn ser nuqteyên hêzên wan ên li xeta Sacûrê ya bakur û rojavayê Minbicê.

Navenda Ragihandinê diyar kir ku çeteyên bi çekên doçka 23 û BKC êrîş kirin.

(s i)