Mistura li xwe mikur hat ku bi ser neketine

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan De Mistura, li xwe mikur hat ku hewldanên avakirina Komîteya Destûra Bingehîn a beriya sala 2018’an avakirî bi ser neketiye.

Mistura li xwe mikur hat ku bi ser neketine
20 kanûn, 2018   18:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê NY’yê Staffan de Mistura, di axaftina xwe ya li pêşberî Konseya Ewlekariya NY’yê de, hewldanên avakirina Komîteyeke ya Destûra Bingehîn a beriya dawiya salê ya nivîsandina Destûrê ya ji bo Sûriyeyê bi ser neketiye.

Mistura got: “Ji bo xistina meryetê ya vê komîteyê hema bêje hemû xebat hatine kirin, lê heta niha ti gavên ber bi çav nehatiye avêtin.”

Mistura bal kişand ser navên ji aliyê Sûriyeyê ve hatine pêşniyarkirin, ji bo armancên negihayiyê jî got: “xemgîn im”.