Fransa: Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên parstin

Wezareta Karê Derve ya Fransa piştî biryara DYA ya vekişîna ji Sûriyeyê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku divê ewlekariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye û QSD bikeve bin gerantiyê.

Fransa: Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên parstin
20 kanûn, 2018   18:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Wezareta Karê Derve hate parvekirin, biryara Serok Dewletê DYA’yê Donald Trump wiha hatiye nirxandin:

 “Fransa têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li pêşiya her tiştî digire. Têkoşîna li dijî gefên gerdûnî ya DAIŞ’ê hê dodime. Hê jî DAIŞ weke gefkê ya li Rojhilata Navîn maye, em di wê baweriyê de ne ku rêxistina terorîst bi taybet li Sûriyeyê li ser parçeyek xaka biçûk hebûna xwe wê biparêze.

Ji sala 2014’an ve bi çalakiyên koalîsyonê yên navneteweyî li aliyekê bi hevkariya Iraqê û li aliyê din bi hevkariya Kurd û Erebên Sûriyeyê û bi hêzên herêmî re DAIŞ hate lewazkirin.

Fransa di mijara parastin û xistina gerantiyê di serî de Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî di nav de û hemû hevkarên DYA’yê li ber çavan bigire. Parastina gelên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê û di vê wateyê de ramî û ji bo pêknehatina êşên mezin û vegera terorîstan divê ji aliyê DYA’yê ve li ber çavan bên girtin.”