MSD: Vekişandina hêzên Amerîkayê divê bandoreke neyinî li ser mîsyona Koalîsyona Navdewletî neke

MSD‘ê destnîşan kir ku vekişandina hêzên Amerîkayê divê bandoreke neyinî li ser mîsyona Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê neke.

MSD: Vekişandina hêzên Amerîkayê divê bandoreke neyinî li ser mîsyona Koalîsyona Navdewletî neke
20 kanûn, 2018   17:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî daxuyaniya rêveberiya Trump a vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê daxuyaniyeke nivisîkî weşand. MSD‘ê diyar kir ku ew ê xebatên xwe di her aliyan de bidomînin da ku çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Sûriyê re peyda bibe.

Daxuyaniya MSD‘ê wiha ye:

"Agahiyên der barê biryara Amerîkayê ku dibêje ew ê hêzên xwe bi temamî û bi lez ji Sûriyê vekişîne di demekê de ku rewş ne aram e hat, gefên Tirkiyê dê rê li ber aloziyeke nû veke ku hewl dide planên xwe yên kevin li Sûriyê pêk bînin.

Wekî Meclisa Sûriyeya Demokraîtk em hişyariya xeteriya vê gave didin, ku dibe aloziya Sûriyê mezintir bike û rê li ber şerên giran û pir bi xwîn veke. Di encamê de derfet ji DAIŞ‘ê re peyda dike ku hêza xwe ji nû ve vegerîne û belav bibe, ev yek jî dê xeteriyeke mezin li ser ser ewlehî û aştiya navdewletî çêbike. Em teqez dikin ku hêzên me yên leşkerî ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk‘ şirîkekî sereke yê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê ye. Em teqez dikin ku vekişandineke ji aliyên hêzên Amerîkayê ve divê bandoreke neyinî li ser mîsyona şirîkên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ û terorê, her wiha li ser ewlehiya pêkhateyên herêmê û hewldanên çareserkirina siyasî ya dirûst neke. Bila ev vekişandin neba sedema valahî û aloziyê an jî deswerdanên derve ku herêmên ber bi felaketeke mezin û bi êştir bibe.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk wekî aliyekî siyasî, niştimanî hewl dide çareseriyeke niştimanî û aştiyane ji aloziyê re dabîne. Em ji gelê xwe re diyar dikin ku em ê maf û destkeftiyên xwe biparêzin. Hêzên me yên leşkerî dê ewlehiya herêmên ji xeteriyên hundirîn û derve biparêze. Hêza me xwe dispêra têkoşîna gelê me û mafê parastina rewa ya gelan. Wekî MSD‘ê xebatên me di qada siyasî, doplomasî û hemû aliyan de berdewam e ta ku armanî û ewlehiya herêmê pêk were û çareseriya siyasî ya aştiya ku hêviyên gelê Sûriyê pêk bîne bi cih were."

ANHA