Ciwanên Amûdê: Dem dema berxwedanê ye

Ciwanên Amûdê bang li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin ku li hemberî gefên artêşa Tirk a dagirker bisekininî û banga seferberiyê ragihandin.

Ciwanên Amûdê: Dem dema berxwedanê ye
Ciwanên Amûdê: Dem dema berxwedanê ye
Ciwanên Amûdê: Dem dema berxwedanê ye
Ciwanên Amûdê: Dem dema berxwedanê ye
Ciwanên Amûdê: Dem dema berxwedanê ye
Ciwanên Amûdê: Dem dema berxwedanê ye
Ciwanên Amûdê: Dem dema berxwedanê ye
20 kanûn, 2018   17:17

QAMIŞLO

Ciwanên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo bi armanca şermezarkirina gefxwarinên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke bi mişeleyan li dar xistin.

Ciwanan destpêkê li ber avahiya xwe daxuyaniyek ji bo raya giştî dan. Daxuyanî ji aliyê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Vînda Pîrî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin "Em bang li ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê dikin, dema dema şerf, rûmet û xwedîkerketina li şehîd  û rêbertiyê xwe ye, ji bo vê yekê di çarçoveya hemleya Serî Hilde de û bi dirûşmeya  ji bo şikandina tecrîdê, rûxandina faşîmeyê û rizgarkirina Kurdistanê serî hilde, banga serhildanê û herkîna ser sînorê faşîmze dikin, em bang dikin ku her ciwanenek  pêwîste heval û xizmên xwe kom bikin û tev li cebheyên şer ên jiyan bibin. Rêya azadiya me di hilweşandina pergala Enqreyê re derbas be.

Li ser vê esasê wekî ciwanên Amûdê me dest bi seferberiyê kiriye em dibêjin ku gerke ciwan îro xwedî li axa xwe û şerefa xwe û namûsa xwe xwedî derkevin."

Paşê meş ji ber navenda ciwanan dest pê kir. Di meşê de alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ û pankartên "Ji dagirkiriya Tirkiyê re na" bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryan hatibûn hildan.

Ciwanan bê navber dirûşmeyên "Hilweşe faşîzmeya Tirkiyê", "Li dijî dagirkeriya Tirkiyê serî hilde" û "Bê serok jiyana nabe" berz dikin.

Meş li kolanên navçeyê geriyan û li ber Qada Jina Azad bi dawî bû.

ANHA