Partiyên Kurd banga yekitiyê kirin

Partiyên Kurd teqez kirin ku gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser hebûna gelê Kurd xeteriyek e. Her wiha pêwîstiya yekîtiya refa Kurdî û xîtabê di vê pêvajoya hesas de destnîşan kirin.

Partiyên Kurd banga yekitiyê kirin
Partiyên Kurd banga yekitiyê kirin
20 kanûn, 2018   15:34

QAMIŞLO

9 partiyên siyasî yên Kurd têkildarî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girîngiya yekrêziya gelê Kurd a li hemberî van gefan îro civînek li avahiya Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê li dar xist.

Civîn li ser vexwedina Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê li hola Nûredîn Zaza ya bajarê Qamişlo li dar ket. Piştî nirxandin û nîqaşên dirêj civîn bi dauyaniyekê bi dawî bû.

Di civînê de hate teqezkirin ku gefên Tirkiyê xeteriyek mezin li ser hebûna gelê Kurd e, heger ev gef ketin pratîkê de di karîsteke mezin li ser gelê Kurd be.

Her wiha beşdarên civînê diyar kirin ku tecrubeya Efrînê ber çava ye. Artêşa Tirk û çeteyên wê binpêkirinên hovane li dijî şêniyên Efrînê de ji kuştin, destavêtin, talakirina milkên welatiyan û pêkanîna guhertina demografîk pêk tîne, ji lew re divê rê nayê dayîn ku ew rewş dubare bibe.

Her wiha beşdaran pêwîstiya yekîtiya refa Kurdî û xitaba siyasî di vê pêvajoya hesas de teqez kirin û hemû partiyên beşdar lihev kirin ku wê şandeyekê ava bikin da ku bi aliyên nebaşdar re danûstandinan pêk bînin. Beşdaran destnîşan kirin ku gefên Tirkiyê aloziya Sûriyê kurtir dike û rêya çareseriya siyasî ya aloziyê dereng dixe.

Beşdarên civînê bang li civata navdewletî, NY'î, rêxistinên mafên mirovan û dewletên ku destên wan di aloziya Sûriyê de ne kirin ku gef Erdogan ên dagirkeriyê li Sûriyê bi dawî bikin. Beşdaran teqez kirin ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ji bilî maseya diyalogê tu çareserî nîne û dê bi xwe re xeteriya mudexeleyên derve di kar û barên Sûriyê de bi taybet Tirkiye dûr bixe.

Partiyên ku tev li civînê bûne ev in: Hevalbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya  Komunist a Kurdistanê, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Azadî ya Kurdistanê, Partiya Niştîmanî ya Kurdistanê, Partiya Azadî ya Kurdistanê ya Sekreteriya Giştî, Partiya Pêşverû a Demokratîk a Kurd li Sûriyê.

(şx)

ANHA