Siyasetmedarên Kurd: Divê tevgerên siyasî li hember gefên Tirkiyê xîtaba xwe bikin yek

Siyasetmedarên Kurd got divê tevgerên siyasî yên Kurd li tevahiya Kurdistanê xîtab û helwesta xwe li hember gefên Tirkiyê bikin yek û ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanî bixebitin. Her wiha pêwîstiya dayîna biryarên cidî ji bo sekinandina li hember Erdogan destnîşan kirin.

Siyasetmedarên Kurd: Divê tevgerên siyasî li hember gefên Tirkiyê xîtaba xwe bikin yek
20 kanûn, 2018   09:35

EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Siyasetmedarên Kurd girêdayî gefên Tirkiyê li ser herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê di hevpeyvînên li gel ajansa me Hawarê de pêwistiya yekitiya gelê Kurd tekez kir.

Sekreterê giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk Salih Kedo diyar kir ku gelek armancên Erdogan ji êrîşan li dijî herêmê hene. A yekemîn têkbirina biratiya gelan û jiyana hevpar a gelê herêmê ye.

Kedo tekez kir ku ne ji berjewendiya dewleta Tirk e ku pêkhateyên herêmê rêveberiyeke xwe di nava atmosfereke demokratîk li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevpar ava bikin. Her wiha Kado gefên Tirkiyê bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê ve girê da.

Kedo wiha domand: "Gefên Erdogan li ser herêmên ku ji terorê rizgar bûne, xetereyek e. Ji ber wê divê Koalîsyona Navdewletî bi erkên xwe rabe û bersiveke tund bide gefên Tirkiyê. Ji ber ku QSD, YPG û YPJ beşek ji koalîsyonê ne. Her êrîşek li dijî wan hêzan, tê wateya êrîşan li dijî Amerîka û Koalîsyona Navdewletî. Ji lew re divê bersiv bi hêz be û divê koalîsyon helwesta xwe ya rast nîşan bide.”

Di berdewama gotinên xwe de Kedo banga yekitiyê û girtina helwesteke tund li hember gefan li gelê herêmê kir û her wiha bang li hêzên siyasî kir ku zextê li civaka navdewletî bikin û bi taybet Amerîkayê, da ku ji gefên Erdogan re bibin bersiv.

Kedo bi vê bangê gotinên xwe bi dawî kirin: "Ez bang li hemû tevgerên siyasî yên Kurd dikim ku xîtab û helwesta xwe li hember gefên Erdogan bikin yek. Dema êrîşî Kerkûkê hate kirin, hemû hêzên siyasî yên Kurd nakokiyên xwe danîn aliyekî û bi yek dengî û helwestekê li dijî êrîşan sekinîn. Niha jî ev helwest pêwîst e. Divê hemû tevgerên siyasî yên Kurdistanî li tevahiya Kurdistanê li hember gefên Tirkiyê dengê xwe bikin yek û helwesteke cidî nîşan bidin. Li gel pêşketinên xeter û gefên Tirkiyê li dijî herêmê lidarketina kongreya neteweyî ya Kurdistanê pêwîstiyek e û divê xebatê bi vê mebestê bikin. Erdogan dema gefa dagirkirina Rojava dixwe, di heman demê de Başûr tehdîd dike û me êrîşên balafirên şer ên Tirkiyê li dijî Şengal û Mexmûrê dîtin. Armanc gel e, ji lew re divê gel yekitiya xwe ava bike û divê tevgerên siyasî helwestên tund û cidî li hember gefên Erdogan bigirin."

Tirkiye ji demokratîkbûna Sûriyê ditirse

Ji aliyê xwe ve hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed destnîşan kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiye dixwaze rê li ber her guhertineke demokratîk li Sûriyê bigire, ji ber ku dizane dema guhertin pêk hat, dê bandoreke neyînî li hundirê Tirkiyê bike.

Mihemed wiha domand: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiye îdia dike ku hevalê gelê Sûriyê ye. Lê xuya bû ku ew hevalê ajandeyên xwe ye. Tirkiye bi armanca pêkanîna siyasetên xwe li hundirê Sûriyê û gurkirina aloziya wê, desteka komên çete kir û DAIŞ ava kir."

Mihemed xuya kir ku aloziya Sûriyê ber bi çareseriya siyasî ve diçe û civaka navdewletî hewl dide çareseriya siyasî bibîne û komîteya destûrî bi tevlêbûna hemû aliyan ava bike. Tirkiye baş dizane ku eger aloziya Sûriyê çareser bû, wê demê tu hebûnek wê li ser xaka Sûriyê nemîne. Her wiha Mihemed destnîşan kir ku siyasetên Tirkiyê li herêmê têk çûne, ji ber wê bi rêya gefan hewl dide berjewendiyên xwe li Sûriyê biparêze.

Girêdayî rola hêzên siyasî û gelê herêmê ji bo şikandina gefên Erdogan, Mihemed tekez kir ku herêm di pêvajoyeke hesas û dîrokî re derbas dibe, ji ber wê hevgirtin û organîzekirina çalakiyan li hundirê Sûriyê û derve pêwîst e.

Telal Mihemed gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Gefên Tirkiyê ne tenê li dijî parçeyek Kurdistanê ye, lê belê li dijî tevahiya xaka Kurdistanê ye. Ji lew re divê tevgerên siyasî yên Kurd wek erkeke dîrokî li hember gefan bisekinin. Ji ber ku projeya dewleta Tirk, projeyeke mêtinger e, vegera Împaratoriya Osmaniyan û dagirkirina xaka dewletên cîran û bi taybet dagirkirina Kurdistanê armanca wê ye. Li gel van hemûyan lidarketina kongreya neteweyî ya Kurdistanî pêwîstiyek e."

(şx)

ANHA