‘Gefên dewleta Tirk a dagirker xizmeta çeteyên DAIŞ`ê dikin’

Yek ji fermandarên Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên Dêrazorê Zinar Awar destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker xizmeta terorîstan dikin, ji ber ku pêşketinên li dijî çeteyên DAIŞ`ê asteng dike û wiha got: "Heger em rastî êrîşan werin, em ê parastina axa xwe bikin."

‘Gefên dewleta Tirk a dagirker xizmeta çeteyên DAIŞ`ê dikin’
20 kanûn, 2018   09:49

DILSOZ DILDAR / DÊRAZOR

Ji fermandarên QSD`ê Zinar Awaz ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Awaz destnîşan kir ku di dema ku şerê dijwar li dijî rêxistina terorîst a herî xeternak li cîhanê, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, gefên wî xizmeta terorîstan dikin, ji ber ku ew operasyonên li dijî rêxistina herî xeternak li dijî hemû mirovahiyê asteng dike.

Bi serkêşiya QSD`ê û Koalîsyona Navdewletî şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li eniyên Hecîn, El-Baxoz, El-Şefa û El-Sûse derbasî meha xwe ya 4`mîn bûye.

Di dema ku çeteyên DAIŞ`ê ber bi tunekirinê ve diçin, serokkomarê Tirk Recep Tayyîb Erdogan daxuyaniyek da ku ew ê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, her wiha dibêje ku QSD ku ji bo tunekirina terorîstan di nava tevgerê de ye û bi taybet piştî ku gelek serçeteyên DAIŞ`ê ku ji aliyê QSD`ê ve dîl hatine girtin ku alîkariya xwe ji Tirkiyê werdigirin, metirsiyê li ser Tirkiyê çêdike.

Awaz destnîşan kir ku şervanên QSD`ê amade ne bersiva êrîşên li ser xaka xwe bidin û wih got: "Em tu carî serê xwe ji dijminên xwe re natewînin. Me tu carî şerê Tirkiyê nekiriye. Em tu xetereyê li ser xaka wan çênakin. Lê belê heger tu êrîş li ser herêmên me pêk werin, em ê yekser bersivê bidin û parastina herêmên xwe bikin."

Zinar Awar di dawiyê de got armanca gefên dewleta Tirk a dagirker ew e ku morala şervanan bişikînin, her wiha destnîşan kir ku çalakiyên wan li dijî terorê didomin.

(bx)

ANHA