Ji KNK'ê banga lezgîn

Piştî biryara DYE'yê ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) banga lezgîn kir. KNK'ê bang li Konseya Ewlekariyê ya NY'ê kir û xwest ku Bakurê Sûriyeyê ji firîna balafiran re qedexe bike.

Ji KNK'ê banga lezgîn
20 kanûn, 2018   09:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a KNK'ê, piştî biryara rêveberiya Serokê DYE'yê Donald Trump a vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê, daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî bi sernavê "Banga lezgîn e" hate weşandin û hin daxwaz hatin kirin.

KNK'ê bang li DYE'yê kir ku biryara xwe betal bike, ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku bi lezgînî bicive û herêma li firînê qedexe ragihîne. Her wiha ji welatên Yekîtiya Ewropayê jî xwest ku li bermberî komkujiyên nû bêdeng nemînin.

Daxuyaniya KNK'ê wiha ye:

"Gef û amadekariyên êrîş-dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava (Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê) dewam dikin. Dewleta Tirk destpêka vê salê (mehên Çile-Adar) êrîşî herêma Efrînê kir û dagir kir. Di şerê Efrînê de li pêşberî cîhanê drameke mezin a mirovahiyê rû da. Efrîn hate şewitandin û hilweşandin, bi sedan mirovên sivîl ên bê parastin hatin kuştin, bi hezaran hatin birîndarkirin, bi sed hezaran jî neçarî koçberiyê bûn û demografiya herêma Efrînê hate guhertin.

Dewleta Tirk dixwaze heman rewşê bîne serê herêmên din ên Rojava. Herêma ku dewleta Tirk dixwaze êrîşê bibe ser, herêma bi dirêjahiya 500 km'yî ye ku di navbera çemên Dîcle û Firatê de ye. Li vê herêmê, hedefa destpêkê bajarên Kobanê, Girê Spî (Til Ebyad), Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Dêrik, Minbic û bi sedan bajarokên van bajaran e ku li ser sînor in. Li gel Qamişlo, Hesekê û Reqayê ku nifûsa xwe bi sed hezaran e, bi sedan bajar û bi hezaran gund li vê herêmê hene. Zêdeyî 3 milyon mirov li vê herêmê ne. Êrîşa dewleta Tirk wê li vê derê rê li ber trajediyeke însanî veke ku qat bi qat ji ya Efrînê girantir be.

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê/Rojava û hêzên YPG/YPJ/QSD, di şerê dijî DAÎŞ'ê de yên herî zêde berdêl dane. Berxwedana Kobanê hîn mîna doh di demeke gelekî nêz de pêk hat û tevahiya cîhanê ji nêz ve ev berxwedan şopand. Ya ku dewleta Tirk dike hedefa xwe, ew hêz in ku ew der parastin. Di serî de Kobanê vê herêmê dike hedef. Şerê li dijî DAÎŞ'ê dewam dike. Hêzên herêmê hîn jî li refên herî pêş li dijî DAÎŞ'ê şer dikin.

Hêzên koalîsyonê yên li dijî DAÎŞ'ê ku DYE serkêşiyê jê re dike (DYE, Fransa, Îngilîstan û yên din) li wê herêmê bi cih bûn. Hîn jî li wir in. Tenê hefteya bihurî li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê zêdeyî 200 êrîşên hewayî hatin kirin. Hêzên koalîsyonê soz dan rêveberî û gelê herêmê ku wan biparêzin. Li gorî nûçeyên dawî, DYE'yê li pêşberî gefên dewleta Tirk paş ve gav avêtiye û biryar daye ku hêzên xwe yên li herêmê vekişîne. Eger DYE û hêzên din ên koalîsyonê vekişin, mirovên li vê herêmê wê bi komkujiyeke mezin a rû bi rû bimînin. Rewşeke wiha wê rê li ber trajediyeke mezin a însanî veke û di wijdanê mirovahiyê de birîneke mezin veke."

KNK'ê ev bang li hêzên navneteweyî û mirovahiyê kir:

1- Divê hêzên koalîsyonê ji herêmê dernekevin.

2- Girîng e Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi lezgînî li hev bicive, biryara parastina herêmê bide û wê derê bike herêma li firîna balafiran qedexe.

3- Pêwîste hikumeta DYE'yê biryara xwe ji nû ve binirxîne û biryara vekişînê betal bike.

4- Di serî de Fransa, Elmanya û Îngilîstan, welatên Yekîtiya Ewropayê hewce ye vê mijarê bi lezgînî bixin rojeva xwe û li pêşberî komkujiya Kurd, Ereb, Asûrî û Ermeniyan bêdeng nemînin.

5- Divê ku Rûsya tişta ku li Efrînê kir li vê derê neke û divê li pêşberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne û dewleta Tirk rawestîne.

6- Banga me li parêzvanên mafên mirovan, tevgerên aştiyê û her kesên li qada siyasî-civakî dixebitin e; Dengê bi milyonan mirovên Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî, bawermendên Sûnî, Elewî, Êzidî, Xiristiyan bibihîzin, li komkujiyê temaşe nekin û piştgiriyê bidin gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê.

KNK'ê herî dawî got, "Gelê Kurdistanê wê li dijî êrîşan li ber xwe bide. Em banga piştevaniyê li her kesî dikin."