Li Reqayê pirsgirêka kombûna avê li kolanan çareser dibe

Hevserokê Rêveberiya Şaredariya Gel a Reqayê diyar kir ku di demeke nêzîk de dê pirsgirêka kombûna avê li ser rêyan li taxên bajêr çareser bikin.

Li Reqayê pirsgirêka kombûna avê li kolanan çareser dibe
Li Reqayê pirsgirêka kombûna avê li kolanan çareser dibe
Li Reqayê pirsgirêka kombûna avê li kolanan çareser dibe
Li Reqayê pirsgirêka kombûna avê li kolanan çareser dibe
Li Reqayê pirsgirêka kombûna avê li kolanan çareser dibe
Li Reqayê pirsgirêka kombûna avê li kolanan çareser dibe
Li Reqayê pirsgirêka kombûna avê li kolanan çareser dibe
20 kanûn, 2018   08:49

EMÎNE EL-ELÎ /  REQA

Ji ber sedemên şer û kombûna avê li kolanên taxên Reqayê, şênî astengiyan dibînin û  tevgera çûn, hatin û trafîkê di hundirê bajêr de astengiyan çêdikin.

Şaredariya Gel hewl dide bi hemû derfetên xwe vê pirsgirêka rêyan û şebekeya kanalîzasyonê çareser bike, lê rewşa hewa û barîna baranê nahêle şaredarî sererast bike.

Hemwelatî Ebd El-Celîl der barê pirsgirêkê de wiha got: “Di zivistanê de av di van rêyan de kom dibe, siware zirarê dibînin û em daxwaz dikin şaredarî rêyan sererast bike.”

Her wiha ajokar Mihemed El-Ewed jî wiha got: “Ava li kolanan kom dibe siwareyan û bi taybet ên biçûk ziyandar dike û em her roj diçin herêma pîşekariyê, ji bo restorekirina siwareyan.”

Ji ber vê yekê şênî ji şaredariyê daxwaz dikin ku kortên av tê de kom dibe, li kolanan sererast bikin, ji ber ku çûn û hatinê asteng dikin. 

Hevserokê Rêveberiya Şaredariya Gel Ehmed Ibrahîm wiha got: “Nêzî 140 km ji rêyên Reqayê sererastkirinê dixwazin û hemû kes dizane kargehên qîrkirinê sekinîne ji ber baranê û dê di meha Nîsanê de tevahî rê werin qîrkirin û niha bi demkî kort bi bermahiyan werin sererastkirin. Ji bo giliyên şêniyan li ser kombûna avê li kolanan, ji ber piraniya taxên Reqayê kanalîzasyonên wan tune ne, hemû kort in û di plansaziya 2019’an de ev pirsgirêka kanalîzasyonê dê çareser bibe.

ANHA