Rêveberiya Xweser alîkarî ji koçberên Dêrazorê re şand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê 8 hezar û 800 pakêtên alîkariyê ji şêniyên Dêrazorê re şandin.

Rêveberiya Xweser alîkarî ji koçberên Dêrazorê re şand
Rêveberiya Xweser alîkarî ji koçberên Dêrazorê re şand
Rêveberiya Xweser alîkarî ji koçberên Dêrazorê re şand
18 kanûn, 2018   16:45

GIRÊ SPÎ

Buroya Geşkirin û Karûbarên Mirovî, Desteya Karûbarên Civakî û Diravî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9 konvoyên alîkariyê ji bo şêniyên Dêrazorê re şandin. Alîkarî ji xwarin, cil û pêwîstiyên zivistanî pêk dihat.

Alîkarî dê li herêmên El-Siwer, Cidêd Igêdat, Cidêd Begare, Dehle, Beserî , Şehîl û Miêzliyê werin belavkirin.

Hevserokê  Buroya Geşkirin û Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulqadir El-Miwehed got, alîkarî ji bo koçberên Dêrazorê  wê werin pêşkêşkirin, di demekê de ku rêxistinên mirovî bi hinceta ku herêmê ne bi ewle ye alîkariyê naşînin.

El-Miwehed anî ziman ku, alîkariyê dê bi rêveberiya Meclisa Sivîl Dêrazorê di rojên pêş de were belavkirin.

ANHA