‘Bi giyana seferberiya giştî em yekîtiya xwe ava bikin‘

Di merasîma sersaxiyê yê şehîd Ismaîl Amûdê de pêwîstiya yekîtiyê û hevgirtinê li gefxwarinên Tirkiyê hate destnîşankirin û gotin, divê gel li gorî seferberiya giştî tev bigere.

‘Bi giyana seferberiya giştî em yekîtiya xwe ava bikin‘
‘Bi giyana seferberiya giştî em yekîtiya xwe ava bikin‘
‘Bi giyana seferberiya giştî em yekîtiya xwe ava bikin‘
‘Bi giyana seferberiya giştî em yekîtiya xwe ava bikin‘
‘Bi giyana seferberiya giştî em yekîtiya xwe ava bikin‘
18 kanûn, 2018   16:07

QAMIŞLO

Konê sersaxiyê yê şehîd Tariq Ebdulezîz (Ismaîl Amûdê) li ber malê şehîd li gundê Sinceq Sadûn ê girêdayî navçeya Amûdê hate vedan. Îro bi serdan şêniyên navçeyê herikîn bin konê sersaxiyê. Di bin konê de wêneyên şehîd Ismaîl, alê YPG, YPJ û QSD'ê, Meclisa Malbatên Şehîdan hatibû daliqandin.

Di bin konê sersaxiyê de endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Ebdulreheman axivî û got: "Destkeftiyên ku me di dirêjahiya 7 salan de bi destxistiye berhemê fikr û felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji lew re Tirkiyê dem demê gefa êrîşan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye dixwe."

Di berdewama gotinên xwe de Ebdulrehman diyar kir  ku Erdogan bi gefên xwe projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û destkeftiyên gelê herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan dike hedef.

Di dawiya axaftina xwe de Ebdulrehman pêwîstiya hevgirtin û yekîtiya gelên Bakur û Rojhilatê ji bo parastina herêmê li hember her êrîşekî destnîşan kir û diyar kir ku divê hemû gel li gorî seferberiya giştî tevbigere.

Ji aliyê xwe ve fermendarê QSD'ê Cesûr Amûdê axivî û anî ziman ku herêmê di pêvajoyek dîrokî û hesas re derbas dibe, dewleta Tirk bi zimanê AKP'ê bi serokatiya faşîst Erdogan hewl dide destkeftiyên herêmê têk bibe. Cesûr teqez kir kuu ew cidiyeta van gefan dibînin ji ber ku gelê herêmê gavên mezin avêtiye ber bi serkeftin û azadiya ve avêtine.

Cesûr wiha domand: "Ji destpêka şoreşê ve em dibêjin ku em hêza xwe ji xwe digirin û em li benda alîkariya tu kesî neman. Her hêzek ku banga aştiyê û demokrasiyê dike dixwaze alîkariyê pêşkêş bike em ê bi dilekî fireh wê pêşwazî bike."

Şervanê QSD'ê Tariq Ebdulezîz Hesen (Ismaîl Amûdê) 14'ê Kanûnê  di pêngava Bagera Cizîrê de ya rizgarkirina bajarokê Hecînê li Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ'ê şehîd bûbû.

(şx)

ANHA