Meclisa kantona Hesekê civîna xwe ya salane lidar xist

Meclisa Kantona Hesekê civîna xwe ya salane lidar xistin û xebatên xwe nirxandin û ji bo demên pêş plansazî danî.

Meclisa kantona Hesekê civîna xwe ya salane lidar xist
Meclisa kantona Hesekê civîna xwe ya salane lidar xist
Meclisa kantona Hesekê civîna xwe ya salane lidar xist
Meclisa kantona Hesekê civîna xwe ya salane lidar xist
18 kanûn, 2018   17:28

HESEKÊ

Civîn li hola Reşo ya rojavayê bajarê Hesekê hat lidarxistin. Endamên Meclisa Kantona Hesekê, hevserokên meclisê Ebdulxenî Oso û Semer Abdullah, şêx û rûspiyên herêmê, Berpirsê Partiya Yekitiya Suryan li bajarê Hesekê Gabryêl Şamûn, Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyê Sîham Qeryo beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Medya Mihemed geşedanên siyasî nirxand.

Medya Mihemed teqez kir ku hemû komployên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin armancên xwe têkbirina îradeya gelê herêmê û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokarîk in.

Mdeya di berdewama nirxandinên xwe de diyar kir ku piştî hemû planên Tiriyê yên li Sûriyeyê têk çûn, nemaza planên wê yên bi rêya çeteyan, hewl dide di aliyê leşkerî de muxaleyê bike.

Medya Mihemed got, "Di her carekî de ku Tirkiyê êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê dike, gel me bi hêztir dibe. Ev yek diyar dike ku hemû pêkhateyên herêmê bi yekrêzî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê red dikin."

Mdeya Mihemed destnîşan kir ku gefên Tirkiyê ne tenê Kurd, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef, ku di bin banê MSD û QSD‘ê de hevgirtina xwe ava kirin û dagirkiriya Tirkiyê û çeteyên wê red dikin.

Medya di nava gotinên xwe de anî ziman ku daxuyaniyê ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve derketine ne cidî ne û bang li hemû gelên herêmê kir ku li hemberî gefên Tirkiyê hevgirtina xwe xurt bikin.

Piştî nirxandina rewşa siyasî, rapora meclisê ya  ji aliyê Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah ve hate xwendin.

Di raporê kar û xebatên komîteyên meclisê, astengiyên li pêşiya kar derketine, her wiha plansaziya demên pêş hatin nirxandin.

Semer anî ziman ku rexmî astengiyan komîteyên meclisê karê xwe pêk anîn û sedemên kêmasiyên spart dorpêça li ser herêmê.

Semer Abdullah diyar kir ku dê xebatê ji bo sala bê baştir be.

Piştre deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin. Ji pêşniyarên hatin kirin" Pêşxistina xebatên şaredarî û navçeya, peydakirina wesayîtên veguhestinê, vekirina navendên tenduristiyan li bajarokan, her wiha pêşxistina projeyên aborî".

Di dawiya civînê de filimeke li ser xebatên komîteyên meclisê hat pêşkêşkirin.

ANHA