Li bakurê El-Şefaa şer giran e

Şervanên QSD`ê bersiv dan êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ya li bakurê bajaroka El-Şefaa û li herêmê şer dijwar e.

Li bakurê El-Şefaa şer giran e
18 kanûn, 2018   11:26

DÊRAZOR

Çavkaniyekî leşkerî ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê îro bi hêzeke mezin êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê yên li bakurê bajaroka El-Şefaa ya başûrê Hecînê kirin. QSD`ê yekser bersiv dan û di encamê de şerekî dijwar rû da.

Li gorî çavkaniyê leşkerî, heta niha bi dehan çete hatin kuştin û cenazeyê hin çeteyan jî li qada şer e. Her wiha gelek çek û cebilxane jî ketin destê şervanên QSD`ê.

Şer heta niha dewam dike.

(kc)

ANHA