‘Çalakiyên me dê heta azadiya Ocalan bidomin’

Çalakvanên greva birçîbûnê yên navçeya Dirbesiyê got li Bakurê Sûriyê bûne yek û dê heta rizgarkirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevgirtî bin.

‘Çalakiyên me dê heta azadiya Ocalan bidomin’
18 kanûn, 2018   11:19

HESEKÊ

Kongreya Star bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Dirbesiyê çalakiyên greva birçîbûnê organîze kir. Her wiha ji bo piştevaniya parlamenter Leyla Guven û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan şêniyên navçeyê tev li çalakiya grevê bûn.

Şêniyê ji navçeya Dirbasiyê Mihemed Xelef ku ji çalakvanên grevê ye, wiha got: "Di van demên dawîn de serokê dewleta Tirk a dagirker gefên êrîşkirina herêmên Bakurê Sûriyeyê dixwe û yek ji sedemên gefên Erdogan, metirsiya xwe ji belavbûna fikra neteweya demokratîk û metoda (rêgez) Rêber Ocalan a jiyana hevbeş û biratiya gelan e."

Xelef di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku komploya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1999’an de ya bi hevkariya gelek dewletan pêk hatiye, bi berxwedan û vîna gelê Kurd têk çûye. Her wiha tevî ku Ocalan dîlgirtî ye, ew bi fikr û felsefeya wî xwe bi rêxistin dikin.

Girêdayî mijarê Xelef raber kir ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi ked û emeka xwîna şehîdan, berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê bi ser ket. Gefên Erdogan li hember herêmên Bakurê Sûriyê hedefgirtina taloqkirina pêngava tunekirina terorê ye.

Di dawiya axaftina xwe de Xelef wiha got: "Em li hember tu êrîşan bê deng namînin û li beramberî wê çalakî û piştevaniya me ji bo parlamenter Leyla Guven û heta azadkirina rêber Ocalan ji zindana faşîst dê bidomin."

Ji aliyekî din ve şêniya bi navê Zahîde Mihemed komplo şermezar kir û wiha got: "Em di greva birçîbûnê de ne û em ê van çalakiyan bidomîn heta Rêber Ocalan azad bibe." Zahîde bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku vê komployê bi dawî bikin.  Zahîde dawî li axaftina xwe anî û wiha got: "Ji erka me ye ku piştevaniya parlamenter Leyla Guvan bikin û bê çare nemînin."

Di vê derbarê de Mesoc Hac Mensor got ku ew tev dizanin ku deweta Tirk a dagirker bi deh salan e dijminahiya doza Kurd dike û komplo bi beşdarbûna hin dewletan li ser Rêberê Gelê Kurd pêk anîn. Lê belê tevî dîlgirtinê jî Ocalan azad e û li rojavayê Kurdistanê destkeftiyên ku bi dest ketine, mîrateya raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan in.

Hac Mensor di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku gefên Erdogan li hember Bakurê Sûriyeyê vejandina DAIŞ’ê di herêmê de ye û çareserkirina  projeya neteweya demokratîk e."

Ji aliyê xwe ve Delal Yûnis banga yekkirinê li dijî terorê kir û got heta Ocalan rizgar bibe dê yekdest bin. Di dawiyê de Delal wiha got: "Em weke jinên navçeya Dirbasiyê her em ê peştevaniya parlamentera Leyla Guven bikin da ku xwestekên wê bi cih bên."

(ekîb)

ANHA