Gelê Bakurê Sûriyê çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriyê didomînin

Konê çalakiya greva birçîbûnê yê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û teqezkirina berxwedanê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike. Çalakvanan teqez kir ku ew ê heta dawiyê li dijî hemû êrîşên derve li ber xwe bidin û derfet nadin tu kesî ku derbasî xaka wan bibin.

Gelê Bakurê Sûriyê çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriyê didomînin
Gelê Bakurê Sûriyê çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriyê didomînin
Gelê Bakurê Sûriyê çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriyê didomînin
Gelê Bakurê Sûriyê çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriyê didomînin
18 kanûn, 2018   10:41

DÎCLE EHMED / KOBANÊ

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gefên xwe yên li dijî gelê Bakurê Sûriyê didomîne. Li dijî vê yekê jî ji hêla hemû gelan ve çalakî û xwepêşandan têne lidarxistin.

Gelên herêmê ku li dijî dijminên demokrasiyê, faşîzm û terorê şer kir û li ber xwe da, teqez dikin ku ew bi axa pêşiyên xwe ve girêdayî ne û hemû destwerdanên derve û êrîşên ku dê li ser herêmê werin kirin, red dikin û şermezar dikin.

Ji destpêka gefên Erdogan ên li dijî herêmê ve, gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li hemû Bakurê Sûriyê çalakiyan li dar dixe.

Li gundê Qermogê yê rojhilatê bajarê Kobanê 20 kîlometre konê çalakiyê li nêzî sînorê Tirkiyeyê hatiye vedan.

Dewleta Tirk a dagirker gefan li dijî herêmê dixwe. Hemû şêniyên herêmê bê çek li beramberî baregehên Tirkiyeyê disekinin û teqez dikin ku ew şer naxwazin lê heger tiştek biqewime dê heta dawiyê li ser axa xwe li ber xwe bidin.

Îro jî konê çalakiyê derbasî roja duyemîn dibe. Her wiha beriya çend rojan bi heman armancê konê grevê li bajarê Girê Spî û navçeya Silûkê hatin vedan.

Welatiyê bi navê Mehmûd Mihemd ê ji gundê Qermogê ku tev li greva birçîbûnê bûye, got ji bo ku ew gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin tev li grevê bûne û teqez kir ku ew ê heta dawiyê li dijî siyasetên Erdogan li dijî gelên herêmê li ber xwe bidin.

Mehmûd desnîşan kir ku ew ê bi şervanên QSD`ê re heta dawiyê parastina axa xwe bikin, tu carî derfet nadin ku xewn û xeyalên Erdogan ên dagirkeriyê pêk werin û wiha pê de çû: "Heger were xwestin, em ê xwe bikin mertalên zindî û li dijî tank û topên dagirkeran bisekinin. Heger rewşa hewayê jî çawa be lê em ê li ber xwe bidin."

Di dawiyê de Memûd bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî Erdogan serî hildin, her wiha bang li civaka navdewletî kir ku sînorekî ji siyaseta faşîzmê ya Erdogan re deynin.

Tevî ku rewşa hewa li herêmê zehmet e û ji duh ve baran dibare, lê zêdetirî 100 kesan ji şêniyên herêmê bi israr tev li konê çalakiyê bûne, li ber xwe didin û dibêjin "Şerê man û nemanê ye".

Bi sedan ji hemû pêkhateyên herêmê bê ferq û cudatî di bin konê çalakiyê de kom bûne.

Dayika bi navê Hilala El-Deqdûq a ji navçeya Sirînê ya girêdayî Kobanê, tev li çalakiyê bûye. Dayika Hilala wiha got: "Em ji Sirînê hatine da ku tev li çalakiyê bibin. Li dijî dewleta Tirk a dagirker bisekinin û em ê heta dawiyê parastina ax û rûmeta xwe bikin."

Hecî Elî Osman ji gundê Qeremogê ye, bi coşeke pir mezin dibêje ew ê parastina axa xwe bikin, li dijî Erdogan bisekinin, tu carî derfet nadin tu kesî ku axa wan a pîroz qirêjî bikin. Her wiha Hecî Elî got ew tu gavan bi paş de naavêjin, heta dawiyê bi hemû pêkhateyên xwe, bi zarok û kalepîrên xwe li ber xwe bidin û tu carî dev ji axa xwe bernadin.

(bx)

ANAH