Li Til Hemîsê alîkarî bi malbatên şehîdan re

Meclîsa Malbatên Şehîdan li navçeya Til hemîsê 5 mal ji malbatên şehîdan re ava kirin û gelek pêdiviyên malan û qirtasî  ji zarokên şehîdan re pêk anîn.

Li Til Hemîsê alîkarî bi malbatên şehîdan re
Li Til Hemîsê alîkarî bi malbatên şehîdan re
Li Til Hemîsê alîkarî bi malbatên şehîdan re
Li Til Hemîsê alîkarî bi malbatên şehîdan re
Li Til Hemîsê alîkarî bi malbatên şehîdan re
Li Til Hemîsê alîkarî bi malbatên şehîdan re
18 kanûn, 2018   09:49

ŞIHAB El EHMED /qamiŞlo

Li gor plansaziya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişloyê mal ji malbatên şehîdan ên aboriya wan nebaş re çêkirin. Heman demê de alîkarî bi malbatên ku malên wan pêwîstî bi nûkirinê, kel û pelên malê, mazot, tedawîkirina nexweşan û peydakirina amûrên dibistanê jî kirin.

Meclîsê li navçeya Til hemîsê 5 mal ji Malbatên Şehîdan re lê kirin û dê hîn 3 malên din jî lêbikin.

‘Ev pêngav cihê rêzê ye’

Hevjîna Şehîd Ebdilhemîd Sefûk, Fatme Elî El-ebd El-Rezaq yek ji jinên ku Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo wê mal lêkiriye. Fatme hestên xwe û spasiya xwe wiha ji MMŞ re tîne ziman: “Piştî şehîdbûna hevjînê min, min malek kirê li rex xizmên xwe girt. Piştî MMŞ rewşa min dît, li rex malên xizmên min ji min re malek lêkirin. Ez spasiya MMŞ dikim.”

Her wiha MMŞ’an alîkarî bi Intîsar Ebas hevjîna Şehîd Mehmûd El- Znbûr, ku 6 zarokên xwe hene û rewşa wê ya aborî nebaşe re jî kir. Ji Intîsar re çêlek bi 600 hezar L.S kirîn. Intîsar got ku pêngava ku MMŞ’an pê rabûye cihê rêzdariyê ye û ev nîşaneya nirxdayîna malbatê şehîdan e.

‘Dê ev pêngav berdewam bike’

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê navçeya Til Hemîsê Ehmed El-Ebdawî jî got: “Yek ji karên Meclîsa  Malbatên Şehîdan ew e ku pêdiviyên malbatên şehîdan pêşwazî bike. Dê ev pêngav berdewam be, dê alîkariyê bi malbatên ku rewşa wan a aborî nebaş re bikin. Meclis pêdiviyên tenduristiyê ji malabatan re pêk tîne, her wiha pêdiviyên dibistanê jî li ser zarokên şehîdan di destpêka sala xwendinê ya 2018/ 2019,an de belav kir.”