Pira Kevn di destpêka sala nû de dikeve xizmetê

Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên sererastkirina Pira Kevn a Reqayê bi dawî dike. Li gorî rêveberan pir dê beriya sala bê bikeve xizmetê. 

Pira Kevn di destpêka sala nû de dikeve xizmetê
Pira Kevn di destpêka sala nû de dikeve xizmetê
Pira Kevn di destpêka sala nû de dikeve xizmetê
18 kanûn, 2018   07:43

XALID EL-CUMA / REQA

 Piştî ku aliyê çîmento bi dawî bû, werşeyên kar li ser jinûvesererastkirina pirê bi hûnandina aliyê hesinan ku her du aliyan bi hev ve girê dide, dest pê kir.

Pira Kevn wek semboleke girîng ji şêniyên bajarê Reqayê û gundên wê re ye, bi taybet şêniyên gundê El-Kesrat û gundê El-Şamiyê yên li aliyê başûrê çemê Firatê, ji ber ku berhemên çandiniyê û sebzeyên herêmî di ser pirê re derbas dibin û li sûkên Reqa û gundên wê tên firotin.

Der barê mijdarê de, alîkarê berpirsê mekanîzmaya sererastkirina Pira Kevn, Ebdilrehman El-Hesen axivî û wiha got: "Beriya 2 rojan me dest bi aliyê hesinan kiriye û me yekemîn pira hesinî li ser çemê firatê çêkir. Sedema derengmayîna me ji ber rewşa hewayê û barîna baranê, me li ser kar nedikir. Kadroyeke me ku dikaribe ji nû ve sererast bike, heye. Em di kar de berdewam in. Çend rojên din em ê aliyê hesinan xelas bikin û tenê zifkirina wê bikin û bi vî awayî karê sererastkirina Pira Kevn bi dawî dibe."

Di demên dawîn de gelek pir ji ber rewşa hewa û barîna baranê ya zêde, xerab bûn.

(jo)

ANHA