Jineke ji Efrînê serpêhatiya xwe vedibêje

“Li vî gundî tu wateya jiyanê nemaye. Her tişt xira bûye. Em bi aramî û ewlehî dijiyan. Lê topbarana artêşa Tirk a dagirker jiyana me kir kabûs." Serpêhatiya E.Ş. a şêniya Efrînê, bi van gotinan dest pê dike û bi vegotina şahidiya kiryarên hovane dewam dike.

Jineke ji Efrînê serpêhatiya xwe vedibêje
18 kanûn, 2018   08:14

ROZANA DADO / HELEB

Piştî ku Efrîn ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin, jiyana şêniyan û bi taybet jiyana jinan bû mîna kabûsekê. Gelek kiryarên derexlaqî li dijî wan pêk hatin û gihîştin asta sûcên li dijî mirovahiyê.

Welatiya E.Ş ji şêniyên gundê navçeya Meydana yê herêma Raco yê girêdayî kantona Efrînê ye. Li dijî topbaran û bombebarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe da.

E.Ş. piştî ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate girtin, tevlihevî û talankirin li gund belav bû û neçar ma ku ji gundê xwe derkeve.

E.Ş. bi van hevokan serpêhatiya xwe vedibêje: "Dengê top û balafiran nedisekinî. Rojek ji rojên meha Şibatê di berbanga sibê de ez, hevserê xwe û 7 jinên ji gund di mala me de bûn. Dengê guleyan bi awayekî zêde dihat. Wê demê me nas kir ku çete derbasî gund bûne. Paşê bi ser malê de girt. Bi dengekî bilind bang dikirin; kanê PKK, ka çek û cebilxane û kanî pere? Her wiha ji bo me bitirsînin bê ser û ber gule direşandin.”

E.Ş. di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ez bê deng nemam. Min bersiva wan da û got em sivîl in. Em kalepîr in. Tu çekên me tune ne. Wê demê yekî ji çeteyan pehînek li min da û ez ketim erdê. Hemû jinên din kontrol kirin. Hemû pere û zêrên me dizîn.”

Em bi kuştinê tehdît kirin û jinên ciwan revandin

E.Ş. got çavên wan ji diziya mal û milkan têr nebû. Di nava jinên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn girtin de jineke ciwan hebû. Çeteyan ji wê re got divê tu bi me re werî, heger tu neyê tu yê werî kuştin û gotin ewê şêxekî bînin da ku mehra wan li hev bibirin.

E.Ş. got ew li pey çeteyan ketin û jina ciwan a ku revandibûn rizgar kirin, lê careke din çeteyan ji wan re got heger cihê wê keçê ji wan re nebêjin dê wan bikujin.

E.Ş. di axaftina xwe de teqez kir ku beriya ew ji Efrînê derkeve bi çavên xwe didît ku çawa keçên ciwan dihatin revandin û ew neçar dikirin ku bi çeteyan re bizewicin.

E.Ş. diyar kir ku di roja 3`yemîn a dagirkirina gundewarên Efrînê de çeteyan hemû şênî di dibistana gund de kom kirin, mal û milkên wan dizîn, paşê ew ber bi mizgefta gundê Meydan Ekbes ve birin, li wê derê lêkolîn bi wê re kirin û gotin têkiliyên wê bi terorîstan re hene. 20 rojan li wê derê man û paşê ew ber bi yek ji qeleqoleke li ser sînorê Tirkiyeyê ve birin. Piştî ku lêkolîn bi wê re bi dawî kirin ew li gundê wê vegerandin. Her tiştê mala wê xira bûbû û her tişt jî dizîbûn.

Di dawiyê de E.Ş. wiha got: "Tu wateya jiyanê li gundê min nemaye. Her tişt xira bûye. Hestên tirs û êşê digirin ser min. Ji ber wê ez û hevjînê xwe neçar man ku ji gund û axa xwe birevin."

E.Ş. bang li hemû hêzên cîhanê kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derxin da ku şêniyên wê li warê xwe vegerin.

(bx)

ANHA