Şêniyên Tebqayê: Gefên Tirkiyeyê hewldaneke têkçûyî ye

Şêniyên bajarê Tebqayê nerazîbûnên xwe li hember gefên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê anîn ziman û destnîşan kir ku armanca van gefan hedefgirtina tevna civakî ya herêmê ye.

Şêniyên Tebqayê: Gefên Tirkiyeyê hewldaneke têkçûyî ye
18 kanûn, 2018   07:25

TEBQA

Di hefteya borî de serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gefa dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hewldanek ji bo dagirkirina xaka ku QSD'ê ji DAIŞ'ê rizgar kiriye de li herêmê xwar.

Girêdayî mijarê ajansa me nêrînên şêniyên bajarê Tebqayê girtin. Şêniyan gefên Tirkiyeyê red kirin û destnîşan kir ku ew di çarçoveya têkbirina projeya neteweya demokratîk de ye ku gelên herêmê Kurd, Ereb, Aşûr û Suryan di bin banê biratiya gelan de ava kiriye.

Welatiyê bi navê Îbrahîm El-Ezawî yê ji bajarokê El-Baxûz ê girêdayî Dêrazorê, diyar kir ku ew ji ber ewlehiya herêmên di bin parastina QSD'ê de li Tebqayê bi cih bûye û ev tişt anî ziman: "Gefên Erdogan li dijî herêmê ne nû ne. Her carê ku çeteyên DAIŞ'ê tengav bibin Erdogan derdikeve û gefan li herêmê dixwe."

El-Ezawî wiha domand: "Me dagirkeriya Osmanî ya 400 salan ji bîr ne kiriye. Gelo neviyên Osmaniyan û bavê rûhanî yê DAIŞ'ê veguheriya parêzvanê mirovahiyê û azadiya gelan?"

Di dawiya gotinên xwe de El-Ezawî destnîşan kir ku divê gelê herêmê yekitî û hevgirtina xwe ji cîhanê re xuya bike û diyar kir ku îro gel li hember berpirsyariyeke mezin e û divê xwe ji aliyên siyasî û leşkerî ve bi rêxistin bikin da ku xaka xwe biparêzin.

Ji aliyê xwe ve El-Hac Mehmûd El-Hesen ê ji şêniyên bajarê Tebqayê jî wiha axivî: "Gelo QSD'ê ku herêm rizgar kiriye û bi hezaran şehîd dane, ewlehiya neteweyî ya dewleta Tirk tehdît dike, di dema ku çeteyên DAIŞ'ê tevahiya xeta sînor dagir kiribû? Gelo çima çeteyan ewlehiya wî tehdît nedikir? Gefên Tirkiyeyê, ji civata navdewletî re piştgiriya Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re xuya dike."

Beriya ku Girê Spî di 16'ê Hezîrana 2015'an de ji hêla QSD'ê ve were rizgarkirin, ji deriyên girîng ên xeta lojistîk û leşkerî ya DAIŞ'ê bû.

El-Hesen destnîşan kir ku ew ê dest ji bihostek xaka xwe bernedin û dê bi hemû şêwazan xaka xwe biparêzin û canê xwe feda bikin.

Ciwanê bi navê Qusay El-Xerîb bang li ciwanên herêmê kir ku li hember vê xetereyê rabin ser pêyan û berpirsyariya parastina xaka xwe li hember her hewldaneke pêkanîna êrîşan ji hêla dewleta Tirk ve hilgirin ser milên xwe.

(şx)

ANHA