Rayedarekî MSD: Nenavendîbûyîn hêviya gel e

Endamê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Yûsif Xelewî got ku civînên ku li derveyî Sûriyê çêdibin, çareserkirina aloziya Sûriyê nayê nîqaşkirin. Xelewî diyar kir ku projeya Sûriya nenavendî tekane proje ye ku dê hêviyên gelê Sûriyê yê şoreşger bi cih bîne.

Rayedarekî MSD: Nenavendîbûyîn hêviya gel e
18 kanûn, 2018   07:26

SEYDO ÎBO - EHMED EL-KIMYAN / GIRÊ SPÎ

Girêdayî civînên dawî yên bi mijara çareserkirina aloziya Sûriyê ku li Astanayê hatin lidarxisitn û danûstandinên Sûrî-Sûrî ku bi pêşengiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Eyn Îsayê  hatibûn lidarxistin endamê Desteya Rêveber a MSD'ê Yûsif Xelewî ji ajansa me re axivî.

Civînên li derve bê encam in

Girêdayî mijara civînên li derve têne lidarxistin, Yûsif Xelewî got ku, ev gav demkî ne û çareseriyek dawî ji aloziyê re nabîne û wiha domand: "Hemû hêzên ku mudexeleya Sûriyê kirine, ji bo bi cihanîna serweriyên xwe li herêmê û talakirina xêr û bereketa Sûriyê dûrî berjewendiyên gelê Sûriyê di pêşbaziyê de ne."

Xelewî di berdewama hevpeyvînê de destnîşan kir ku berjewendiyên hêzên çalak di aloziya Sûriyê de ji hev cuda ne, her hêzek li gorî berjewendiyên xwe çareseriyê datîne û wiha pêde çû: "Îran berjewendiyên xwe di avakirina Kevana Şîî de ji Bexda heta Yemenê dibîne,  ji aliyê xwe ve Tirkiye projeyên xwe yên mêtîngeriyê li herêmê dibîne û gelek şahidên dîrokî yên niyeta wê hene. Lê MSD'ê hewl dide çareseriyeke mayînde ji bo aloziya Sûriyê peyda bike."

Şerê bi wekîlan dawî bû

Yûsif  Xelewî diyar kir ku şerê bi wekîlan li Sûriyê bi dawî bû, xeta Asatanayê di helwestek kirîtîk de ye û hêzên navdewletî ji bo berjewendiyên xwe di nava nakokiyan de ne.

Xelewî got: "Em wekî MSD’ê di wê baweriyê de ne ku civînên li derve têne lidarxistin wê bê encam bin, ji ber ku kesên beşdar dibin ti nêrînên wan ên ji bo çareserkirinê nîn in. Kesên beşdarî civînên Astanayê dibin xema wan ew e bêyî ku hêviyên gelên Sûriyê berjewendiyan qezenç bikin.”

Xelewî mudaxeleyên ku ji derve de li ser Sûriyê çêdibin wiha nirxand: “Mudexeleyên ku heta niha ji derve de çêbûne dijminahî ne. Projeya MSD‘ê projeyeke ji bo hemû gelê Sûriyê  ye û QSD ku sîwana leşkerî ya MSD‘ê ye amade ye kû xaka Sûriyê ji her êrîşan biparêze."

Nenavendîbûyîn hêviya gelê şoreşger e

Endamê Desteya Rêveber a MSD‘ê Yûsif Xelewî destnîşan kir ku MSD'ê ji bo yekîtiya refa opozîsyona hundirîn danûstandin li dar xistine û anî ziman ku armanca danûstandinan ew e ku projeyek domdar ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dûrî ajandeyên derve were amadekirin.

Di dawiyê de Xelewî teqez kir ku ji bo rûniştandina projeya Rêveberiya Xweser li tevahiya Sûriyê ew ê têbikoşin û wiha got: "Avakirina Sûriya nenavendî projeya tekane ye ku hêviyên gelê Sûriyê yê şoreşger bi cih tîne."

(şx)

ANHA