Çalakiyên gelê Girê Spî di roja duyemîn de ye

Çalakiyên şêniyên kantona Girê Spî ya bi armanca şeremzarkirina gefên Tirkiyê, di roja duyemîn de ye.

Çalakiyên gelê Girê Spî di roja duyemîn de ye
Çalakiyên gelê Girê Spî di roja duyemîn de ye
17 kanûn, 2018   15:19

GIRÊ SPÎ

Şêniyên kantona Girê Spî bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh 2 konên çalakiyê li bajarê Girê Spî û navçeya Silûkê vedan. Konê çalakiyê yê bajarê Girê Spî li taxa El-Munbetih a rojavayê bajêr hate vedan. Bi sedan şênyên kantonê tev li çalakiyê bûn.

Di konê çalakiyê de pankartên bi nivîsên "Pêkhateyên Sûriyê bi yek dengî dibêjin ji dagirkeriya Tirkiyê re na", "Erdogan û DAIŞ yek in", "Em aştîxwazin ne kujerên sivîlan in" û "Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê serî hilde" hatin daliqandin.

Di bin konê çalakiyê de axaftin hatin kirin. Bi navê Meclisa navçeya Cirn Îbarhîm El-Ebd, bi navê ciwanên kantonê Mihemed El-Ayid, bi navê Mala Jin a gundê Hemam Tirkmen Xewla Yasîn û bi navê Meclisa Tirkmenan Ebdulkerîm Sefer axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku Erdogan nikara hêza xwe derbasî xaka wan bike ya bi xwîna şehîdan hatiye avdan, hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê dê heya dilopa dawî ya xwînê parastina xaka xwe bikin.

Çalakî dê sibe berdewam bike.

ANHA