Şêniyên Hesekê têkoşer Ehmed Ebdo oxir kirin

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê bi dirûşmeyan cenazeya şervanê QSD‘ê Ehmed Ebdo yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû li goristana Şehîd Dijwar veşartin.

Şêniyên Hesekê têkoşer Ehmed Ebdo oxir kirin
Şêniyên Hesekê têkoşer Ehmed Ebdo oxir kirin
Şêniyên Hesekê têkoşer Ehmed Ebdo oxir kirin
Şêniyên Hesekê têkoşer Ehmed Ebdo oxir kirin
Şêniyên Hesekê têkoşer Ehmed Ebdo oxir kirin
Şêniyên Hesekê têkoşer Ehmed Ebdo oxir kirin
17 kanûn, 2018   14:54

HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê bi merasîmekê cenazeya şervanê QSD'ê Ehmed Ebdo bi nasnav Bahoz Hesekê yê di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû spartin axê.

Girseya gel cenazeya şehîd ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin ber bi goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên YPG, YPJ û Erka Xweparastinê destpê kir.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Bengîn Badinî axivî û diyar kir ku hemû destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyê berhemên şehîdan e.

Paşê hevserokê Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso axivî û destnîşan kir ku ew bi saya şehîdan di nav aramî û ewlehiyê de ne û bi azadî dijîn.

Di berdewama axaftina xwe de Oso bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker ji projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirse ji lew re bi hinceta şerê Kurdan hewl dide êrîşî herêmê bike û projeyê têk bibe.

Di dawiyê de Oso bang li gelên herêmê kir ku bi yek rêzî li hember zêdegaviyên Tirkiyê bisekinin.

Ji aliyê xwe ve bi navê hêzên leşkerî Serhildan Rojava axivî û anî ziman ku hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan di heman xendekan de gel û xaka Sûriyê diparêzin û soza şopandina rêya şehîdan ta serkeftinê da.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd ji hêla endama Meclisa Malbatên Şehîdan ve Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbata şehîd kir.

Piştre girseya gel cenazeya şehîd di nav tilîliyên dayikan de û berzkirina dirûşmeyên redkirina dagirkeriya Tirk spartin axê.

(şx)

ANHA