Balafirên artêşa Tirk herêmên Heftanîn, Gare û Xakûrkê bombebaran kirin

HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk roja 16'ê Kanûnê bombe li herêma Kanîreş û Geliyê Çil û Çar yê herêma Xakûrkê û derdora gundê Meyrokê ya herêma Gare û 14’ê Kanûnê jî li herêma Keşan a Heftanînê barandin.

Balafirên artêşa Tirk herêmên Heftanîn, Gare û Xakûrkê bombebaran kirin
17 kanûn, 2018   12:00

NAVENDA NÛÇYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk agahî da.

Li gorî daxuyaniyê, 16'ê Kanûnê saet 18:40'an, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Kanîreş û Geliyê Çil û Çar yê herêma Xakûrkê û derdora gundê Meyrokê ya herêma Gare yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa TC’ê ya daigirker roja 14’ê Kanûnê jî bombe li herêma Keşan a Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber bomberdûmanê zerar û ziyan negihiştiye hêzên me. Lê zirarek mezin gihiştiye bax û baxçeyên gundiyan.”