‘Eger êrîş pêk werin, em ê parastina axa xwe bikin’

Endamên saziyên sivîl û meclisên navçeya Til Hemîs gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha got: "Eger êrîşên Tirkiyeyê pêk werin, em ê jî parastina xaka xwe bikin."

‘Eger êrîş pêk werin, em ê parastina axa xwe bikin’
17 kanûn, 2018   12:10

QAMIŞLO

Endamên saziyên sivîl û meclisên navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo îro daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û gefên Tirkiyeyê yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Daxuyanî li pêşiya meclisa navçeya Til Hemîs ji aliyê hevserokê meclisa bajarok, Ekaz Ehmed El-Şetî ve hate xwendin:

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî ku QSD`ê rêya revê li bajarokên Hecîn û El-Şefê li rojhilatê Sûriyê bi ser DAIŞ`ê de girt, gefên Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin.

Tirkiyeyê di aloziya Sûriyê de îsbat kir ku ew piştgiriya terorê dike û bi rêya wê armancên xwe pêk tîne û roleke sereke di aloziya Sûriyê de lîst.

Wek gel, meclis û saziyên Til Hemîsê, em gefên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên me bi tundî şermezar dikin û diyar dikin ku armanca gefên Tirkiyeyê belavkirina tevliheviyê û şikandina ewlehiya li herêmê ye.

Wek gelên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmen, êrîş ji ku derê bên bila bên, em ê parastina xwe, ax û destkeftiyên xwe bikin. Em amade ne li pêşiya dijminan li ser herêmên xwe bisekinin, em ê li pêşiya her cure êrîşên li ser gel û xaka me, di serî de hêzên ku bi şiklê Osmaniyên nû Erdogan dike, bisekinin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî QSD” û “Bijî Şoreşa Şehîdan” bi dawî bû.

ANHA