‘Bila Erdogan baş bizane em bê deng nemîn in’

Şêniyên Efrînê destnîşan kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji hole rakirina biratiya gelan e û wiha gotin: “Bila Erdogan bizane ku em ê bê deng nemîn in.”

‘Bila Erdogan baş bizane em bê deng nemîn in’
17 kanûn, 2018   09:54

ARIF SILÊMAN – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Der barê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên kantona Efrînê ku li kantona Şehbayê dimînin, teqez kirin ku dê berxwedana wan li dijî dagirkeriya Tirkiyê dewam bike.”

‘Hedefa Tirkiyê guherina demografiyê ye’

Şêniyê bi navê Ehmed Selamî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: "Armanca Tirkiyê guhertina demografiya herêmê ye, wekî çawa niha li Efrînê pêk tîne. Ev gef îradeya gelê herêmê naşikîne, bê guman ev yek israra me ya di berxwedanê de zêdetir dike.”

‘Erdogan bi gefên xwe piştgiriya DAIŞ’ê dike’

Şêniya bi navê Xelîl Mihemed jî gefên dewleta dagirker wiha nirxand: “Dewleta Tirk dibîne ku DAIŞ ber bi tunebûnê ve diçe, bi rêya gefên xwe dixwaze piştgiriya çeteyên DAIŞ`ê bike."

‘Hedef biratiya gelan e’

Şêniyê bi navê Mihemed Weyîs da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina biratiya gelane û wiha got: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyane hevbeş heye. Bila Erdogan baş bizane em bêdeng namîn in, em gelekî hevgirtîne.”

(jo)

ANHA