Li Dirbêsiyê greva birçîbûnê dest pê kir

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û piştgiriya çalakiya parlamentera HDP`ê Leyla Guven, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li Dirbêsiyê greva birçîbûnê dest pê kir
Li Dirbêsiyê greva birçîbûnê dest pê kir
Li Dirbêsiyê greva birçîbûnê dest pê kir
Li Dirbêsiyê greva birçîbûnê dest pê kir
17 kanûn, 2018   09:52

HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven û bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê hilweşînin û faşîzmê tune bikin" li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir.

Konê çalakiyê li Çerxerêya Serêkaniyê ya navçeya Dirbêsiyê hate vedan. Li konê çalakiyê wêneyên parlamenter Leyla Guven û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Bi sedan şêniyên navçeyê tev li grevê bûne û hê jî tevlêbûn didome. Çalakiya greva birçîbûnê wê 2 rojan dewam bike.

(bx)

ANHA