‘Tirkiye dixwaze aloziya xwe derbasî dewletên cîran bike’

Jinên Reqayê destnîşan kirin ku Erdogan bi gefên xwe yên dawîn hewl dide aloziya Tirkiyê ya hundirîn derbasî dewletên cîran bike û bala cîhanê nekişîne ser pirsgirêkên xwe yên hindirîn.”

‘Tirkiye dixwaze aloziya xwe derbasî dewletên cîran bike’
17 kanûn, 2018   09:04

RUBA EL-ELÎ / REQA

Nerazîbûnên şêniyên herêmê, girêdayî gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Şêniyên Reqa yê jî teqez kirin ku ew dê heta dawiyê li ber xwe bidin. Jinên Reqayê destnîşan kirin ku armanca Tirkiyê ji van gefan, piştgiriya DAIŞ'a ku ber bi bi tune bûnê ve dice ye.

‘Herêmên bi xwîna şehîdan hatî rizgarkirin bi ewle ne’

Berpirsa Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdî destnîşan kir ku armanc ji van gefan dûrxistina bala cîhanê ji aloziya hundirîn a Tirkiyê ye û desteka çeteyên DAIŞ'ê ye ku di rojên xwe yên dawîn de ne.Di berdewama gotinên xwe de Zelîxe wiha got: "Herêmên ku bi saya xwîna şehîdan hatine parastin, ewle ne. Wek şêniyên bajarê Reqayê em ê piştgiriya QSD'ê bikin."

‘Erdogan dixwaze di nava gelên herêmê de tevlîheviyan derxe’

Ji aliyê xwe ve berpirsa Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem El-Ebo bal kişand ku Tirkiye hewl dide tevliheviyê di navbera gelê herêmê de derxe û ev tişt anî ziman: "Em hemû armanca Erdogan a di navbera gelên herêmê de tevliheviyekê armanc dike, dizanin. Lê bi yekitiya xwe em ê armancên Erdogan têk bibin."

Di dirêjahiya gotinên xwe de Meryem di serî de koalîsyon, bang li dewletên cîhanê kir ku li hember gefên li dijî herêmên ewle û rizgarkirî helwestên xwe nîşan bidin.

‘Divê gelê herêmê bi yekdestî dijî dagirkeriyê raweste’

Her wiha endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Emîne Hemdan diyar kir ku Tirkiye desteka terorê dike û komên çete şandine herêmên Bakurê Sûriyê û wiha pêde çû: “Bi vê yekê hewl dide vîna gelê herêmê bişikîne. Dewleta Tirk niha dizane ku dawiya terorê nêz bûye. Ji ber wê bi rêya pêkanîna êrîşan li dijî herêmên Bakurê Sûriyê yên ewle dest bi mudaxeleya kar û barên Sûriyê dike.”

Emîna gotinên xwe wiha domand: "Tirkiye ji van gefan, belavkirina tevliheviyê li herêmê armanc dike, lê vîna me ji gefên Erdogan bihêztir e û em ê li ber xwe bidin.”

Di dawiyê de Emîne bang li hemû gelên herêmê kir ku yekitiya xwe ava bikin û bi yekrêzî li hember êrîşan bisekinin.

(şx)

ANHA